
Li eniya sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, şervanên Odeya Çalakiyê bi 8 kîlometreyan bi pêş ve çûn. Qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo paqijkirina derdora Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê, bi operasyonên baskê sêyemîn dewam dike.
Şervanên baskê 3. pêr li ser rêya Mekmenê ketin nava tevgerê û tevî şert û mercên giran ên hewayê jî her bi pêş ve diçin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, li gundê Cûis ê li ser rêya Mekmen-Reqayê ye, di navbera şervanên Odeya Çalakiyê û çeteyan de şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de heta niha maşîneyeke bombebarkirî ya çeteyan hat rûxandin. Şerê li herêmê herêmê dewam dikin. Şervan ji pêr ve bi 8 kîlometreyan bi pêş ve çûne.
Di merheleya 3. de gaveke nû
Berdevka Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê ragihand, ku di qonaxa sêyemîn a pêngavê de gava duyemîn hatiye avêtin. Bi vê gavê re wê herêma rojhilatê Reqayê û gundên li derdorê bên rizgarkirin.
Daxuyanî bi beşdariya Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zor, ji aliyê Berdevka Odeya Çalakiyê Cîhan Şêx Ehmed ve li gundê Mekmen hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Weke Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, em gava duyemîn a qonaxa sêyemîn radigihînin. Piştî ku gava destpêkê bi ser ket, em dest bi gava duyemîn dikin.
Di vê gava pêngavê de wê rojhilatê Reqayê bê rizgarkirin û têkiliya Reqayê ya bi Dêra Zor re bê birîn. Ev gav wê ji aliyê hêzên me ve bi rengekî serketî bê avêtin.
Gava duyemîn, ji bo îzolekirina Reqayê û dorpêçkirina terorîstan, girîng e.
Ji ber ku herêma gava duyemîn lê tê avêtin li nêzî Dêra Zor e, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zor jî wê ji aliyê rojhilat ve bi pêş ve biçe. Bi vê wesîleyê, ne tenê ji bo gelê Reqayê em ê di heman demê de mizgîniya rizgariyê bidin gelê Dêra Zor.
Wekî din, bi vê munasebetê em spasiya gelê xwe yê li herêmê dikin, ji ber ku destekê didin hêzên me.”
REQA