Ji mamosteyên beşa Zanistên Siyasî ya Shaanxi Normal University ya li Çînê, Seevan Saeed derbarê mueyîdeyên DYE´yê li dijî Îranê, hem derbera helwêsta xelkê nav Îranê û hem jî derbarê tesîra wan a li Başûrê Kurdistanê de bersiva pirsên me da. Li gorî wî pirraniya xelkê Îranê ji pirsgirêka heyî rejîma Tehranê berpirsiyar digire. Li aliyê din li gorî Dr. Seevan Saeed Herêma Başûrê Kurdistanê ne xwedî ti plana û wê li benda helwêstên Bexda û Tehranê bimîne û bide dûv bûyerên diqewimin.
Xelkê Îranê van mueyîdeyan (cezayan) çawa dibîne; gelo ew Trump yan rejîma Îranê gunehbar dike?
Xelkê Îranê ne yekreng e, ji gelek komên etnîk, zimanî, ayînî û ji wê jî muhimtir civakî û aborî tê pê. Ji ber wê yekê jî ne ewqasî hêsan e ku mirov bibêje, ka ev mueyîde çawa tên pêşwazîkirin. Lê bi awayekî giştî, û ez hem behsa pirraniya xelkê Îranê û û hem jî xelkê Kurd li Îranê dikim, xelk difikire ku pirsgirêk encama hikûmeta xirab a Tehranê ye û ne niyetên xirab ên Emerîka li dijî civaka Îranê ye. Mesela, beriya çend rojekî li Tehranê di çalakiyeke protestoyî de ew slogana hikûmetê ya Merg ber America (Ji Emerîkayê re Mirin) bi careke guherî û bû Merg ber Xamenei (Ji Xamaney re mirin).
Ji ber girêdana yekser a aboriya nexasim jî herêma kesk a Başûrê Kurdistanê, gelo wê tesîreke çawa ev mueyîde li Başûr bikin? Yan gelo wê hîç tesîrê bikin?
Tesîra van mueyîdeyên nû wê ji xelkê Îranê bêhtir tesîrê li xelkê Başûrê Kurdistanê bike. Em ji bîr nekin ku ji sedî 70´yê îtxalata xwarinê û pêdiviyên sereke yên Herêma Başûrê Kurdistanê ji Îranê tên. Herçî xelkê Îranê û Kurdên Rojhilat in, ew fêrî ambargoyan demdirêj û jiyana bi zehmetiyan re bûne, Îran hema hema di her warî de xwe bi xwe têr dike. Ji ber wê jî, yîn ku bi rastî wê zehmetiyê bikişînin wê Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraq bin. Lewma, Iraqî û di nava vê de ez behsa Herêma Başûrê Kurdistanê jî didkin, hema hema ti tiştî bi xwe hilnaberînin. Hema hema her tişt ji Îranê tê. Ji ber wê jî heger li ser sînoran astengiyeke cidî çêbe, encama vê wê bibe kîmbûna cidî hema hema di hemû mal û tiştan de. Ji ber sedemên pratîkî û pêdiviyên rojanba helbet wê sînor bi temamî neyê girtin.
Ji vê û wê de, sînorê di navbera Îran û Herêma Başûrê Kurdistanê de (nexasim li herêma Kesk) wê neyê girtin, ji ber ku hêza Îranê li ser van herêman weke parêzgeheke li nav erdên Îranê bi xwe ye.
Axir yekane tişta baş ku ev ambargo dikare li Başûrê Kurdistanê rê li ber veke, ew e ku pêşiyê bigire li qaçaxçitiya neftê û berhemên neftê ji Herêma Başûrê Kurdistanl ber bi Îranê ve ku rojane diqewime.
Gelo ev mueyîde wê karibe bike ku siyaseta Başûr di siyaseta xwe ya aboriyê de hin guhertinên bingehî bike? Û heger erê ya maqûl ji bo Başûr li gorî cenabê te çi ye?
Ti planên stratejîk ên hikûmeta Başûrê Kurdistanê nînin ji bo çi krîzeke muhtemel a siberojê. Herêma Başûrê Kurdistanê pêşî li benda krîzê disekine ku bê û paşê ew dide dûv bûyer û qewmînan. Me di mijara penaberên ji ber DAIŞ´ê revî de, di meseleya referandûma 2017´an de, di krîza aborî ya van çar salên dawî de jî ev dît. Di yekê ji van de jî ti plana stratejîk a Herêmê nebû. Ji ber vê, ew ê bisekinin ka Iraq wê çi bike yan jî helwêsta Îranê wê çi be elaqedarî sînoran. Ji bo ez dûv dirêj nekim; Herêm tenê dide dûv bûyerên diqewimin û ti planan nade ber xwe.
LONDON