Li navçeya Germiyanê Kelarê, pêr êvarê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û tevlîbûna Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, RJAK, Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê li Başûr, komploya 9’ê Cotmeha 1998’an hat şermezarkirin. Girseyê xwest bi meşekê komployê şermezar bike, lê hêzên asayîşê meş asteng kir, li ser vê yekê girseyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Azadiya Ocalan azadiya mirovatiyê ye
Nûnerê PYD’ê yê li herêma Kelar, Mistefa Kobanî li vir axivî û got; “Komploya 9’ê Cotmehê ne tenê li dijî Reber Apo bû, li dijî tevahî gelê Kurd bû. Destkeftiyên ku niha li Rojavayê Kurdistanê bi dest ketine jî, encamê fikir û felsefeya Rêber Ocalan in.”
Piştre jî endamê Encumena Tevgera Azadî li herêma Germiyan, Cotyar Hesen komplo şermezar kir, peyama Tevgera Azadî xwend û got; “Îro em dibînin bi fikir û felsefeya Rêber Apo hêzeke dijminî tevahî mirovahiyê weke DAIŞ’ê ber bi tinebûnê ve diçe. Ew îrade û fikrê Rêber Apo bipêşxistiye, hemû planên hêzên komploger careke din pûç kirin. Di serî de li Kobanê û parçeyên din ên Kurdistanê ev planên dijminan bi bin ketin.”
Di dawiya peyamê de jî hat gotin; “Em bang dikin ku helwêst û xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan berfirehtir bibin. Ji ber ku azadiya Birêz Ocalan azadiya civak û jinê ye. Azadiya mirovatiyê ye.”
 
Mînaka herî berbiçav Rojava ye
Li bajarokê Sengeser ê ser bi herêma Raperîn a Silêmaniyê jî bi tevlîbûna Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, PYD, Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, RJAK, Çalakvanên siyasî û medenî yên Rojhilatê Kurdistanê pêr komploya 9’ê Cotmehê bi meşekê hat şermezarkirin.
Meş bi dirûşmeya ‘Erdogan baş bizane, Apo xeta me ya sor e’ li Sengeserê destpê kir û heya gundê Pirdeşal ê Binarê Qendîlê dewam kir. Li vir Seîd Calid peyama Tevgera Azadî xwend, û got; “Îro 18 sal di ser komploya navneteweyî re derbas dibin. Ev komplo ji derveyî hemû yasa û exlaqê mirovahiyê hat kirin. Ev jî yek ji kiryarên durûyane yên dewletên dagirker bû.“
Di dawiya peyamê de jî hat gotin; “Êdî gelê Kurd roj bi roj destkeftiyên mezintir bidest dixe. Îro gelê me bi saya fikrên Rêber Apo li hemû cihekî xwerêveberiya xwe û konfederalîzma demokratîk, bi hev re jiyana gelan ava kiriye. Yek ji mînaka vê ya herî berbiçav niha li Rojavayê Kurdistanê dijî.”

NAVENDA NÛÇEYAN