Parlamenta Herêma Kurdistanê jî bi awayekî lezgîn li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê civiya.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, civiya.

Civîna taybet a ji bo berxwedana Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, doh saet di 11.00’an destpê kir. Ji dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn heye. Jixwe di vî warî de çend roj in, berpirsên li Başûr ev bi daxuyaniyan eşerekere kirin. Lê heta niha bi awayekî berbiçav tiştek nehatiye kirin û çav li rê ye, di vî warî de Parlement bigihîje biryarekê. Dema me nûçeya xwe amade dikir der barê civînê de hê daxuyaniyek nehatibû dayîn. 14 partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê jî çend roj berê daxuyaniyek dabûn û dagirkerî şermezar kiribûn.

Dewleta Tirk sûc li beramberî mirovatiyê dike

Li bajarê Hewlêrê li ber derê Parlamentoya Herêma Kurdistanê xwepêşandanek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de ji aliyê Rêbaz Mistefa ve daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nava 7 rojan de dewleta Tirk gelek sûcên mezin yên navnetewî kirine. Herwiha hat gotin, pêwîst bû Parlamentoya Herêmê di roja yekem de li di jî êrîşên Tirkiyeyê xwedî helwest ba.

Divê alîkariya Rojava were kirin

Herwiha çalakvanan daxwaznameyek radestî parlamentoyê kirin. Di daxwaznameyê tê gotin; “Divê parlamento biryar bide Hikumeta Herêma Kurdistanê alîkariya mirovî ji bo Rojava bişîne û li ser şandina alîkariya leşkerî biryar bigre. Pêwîst e ku parlamento binpêkirinên dewleta Tirk şermezar bike.”

Di çalakiyê de parlamenterê Goran Şayen Eskerî jî axivî û got; “Ez daxuyaniya konsolosê Tirk yê li Hewlêrê şermezar dikim. Emê daxwaznameya çalakvanan bibin parlamentoyê û wê kar li ser were kirin.”

 

ROJNEWS/HEWLÊR