Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorran a li ser avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê civiyan.
Şandeya PDK´ê bi serokatiya Cîgirê Serokê Giştî yê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî çû Navenda Giştî ya Tevgera Gorran. Endamê Desteya Rêveberiya Gorranê, Celal Cewher û yên pê re, pêşwaziya şandeyê kir.
Di şandeya PDK´ê de Roj Nurî Şaweyis, Huşyar Zêbarî, Îzedîn Berwarî, Azad Berwarî, Cehfet Îmnîkî, Dilşad Şehat û Firset Sofî jî hebûn. Tevgera Gorran bi xwe di civînê de bi Celal Cewher, Reuf Osman, Aras Walî, Awatî Şêx Cenab û Elî Hemesalih amade bû.
Sê lijne wê bên avakirin
Piştî civînê, li ser naveroka hevdîtinê, aliyan daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin, civîn bi giyanekî karên hevbeş û berpirsyarane ji bo pêkanîna hikûmetê pêk hatiye.
Herwiha tê destnîşankirin ku herdu aliyan biryar daye sê lijneyên hevbeş ava bikin.
Wekî din tê gotin, herdu aliyan teqez kiriye ku divê ji bo avakirina hikûmetê lez bê kirin û pêvajoya avakirina hikûmetê neyê dereng xistin.
Ji hilbijartinên 31’ê Îlona 2018’an ve ji bo avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê ev cara çaremîne Tevgera Gorran û PDK dicivin.
ROJNEWS / SILÊMANÎ