Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li başûrê Kurdistanê jî tê şermezarkirin. Welatiyên gundên qezaya Daqûqê bi vê armancê meşek li dar xistin. Welatî li navenda ciwanan kom bûn û ji wir dest bi meşê kir. Meşê heta bi rêya giştî dewam kir.
Piştî ku çalakger gihiştin ser rêya giştî, li ser navê çalakvanan mamosta Seywan axivî, 16. salvegera komploya navnetewî ya li hemberî Ocalan şermezar kir û wiha axivî: “Em hêzên destên wan di vê komployê de heyî şermezar dikin. Em dixwazin di demeke nêz de Rêber Apo azad bibe. Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê ye.”
Seywan di axaftina xwe de herweha bang li rayedarên KCK´ê û fermandarên HPG’e kir ku hêzên xwe ji başûrê Kurdistanê venekişînin. Seywan wiha peyivî: “Pêwîst e hêzek hevbeş bê avakirin, yekgirtina gelê Kurd a netewî bê pêşxistin û berdewam bike. Di serî daxwaza me azadbûna Rêber Apo ye.”
Em li gel gerîla û pêşmergeyan in
Mamosta Seywan diyar kir ku ew ligel gêrîla û pêşmergeyan in û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Daxwaza me ew e hêzên gerîla li gel peşmergeyan başur biparêzin û ji vir necin. Em weke xelkê qezaya Daqûqê li gel gerîla û pêşmergeyan in. Em spasiya gerîla û peşmergeyan dikin me ji çeteyên DAİŞ’ê diparêzin. Ez spasiya hêza jinê YJA-Starê dikim. Em bang li KCK’ê dikin ku hêzên gerîla ji başûr venekişin, em weke xelkê Daqûqê li gel mayîna gerîlayan in. Pêwîst e hikûmet û parlemana Herêma Kurdistan şehîdên HPG’ê weke şehîdên di xeta parastina xaka Kurdistanê nas bikin û cûdahiyê nexin nava hêzan.”
ROJNEWS / KERKÛK