Li Seranserê Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan Komploya Navneteweyî ya 15ʼê Sibatê hat rûreş kirin. Çalakgeran komploger rûreş kirin û wan got, gelê Kurd xwedî li Rêber Apo derdikeve û komployê pûç dike.

Li bajarê Silêmanî, Qendîl, Ranya, Çemçemal, Kelar û mexmûrê Bêbextiya Navneteweyî ya 15ʼê Sibatê girseyî hat rûreşkirin. Dengê ‘Bê Serok jiyan nabe’ li kolan û meydanên van navçe û bajaran veda.

Çalakiyên dijî komploya navneteweyî ya li dijî Adullah Ocalan, li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Komîteya Azadî ji bo Ocalan bi rê ve çûn. Li bajarê Silêmaniyê di vê çarçoveyê de meşeke girseyî hate kirin. Di meşê de nûnerên aliyên siyasî, çalakvan, rewşenbîr, rûsipiyên Silêmaniyê û bi sedan welatî amade bûn. Di meşê de wêneyên Ocalan, alên PKK’ê û KCK’ê hatin hilgirtin. Çalakgeran her got, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî Rêber Apo’.

   

Piştî ku çalakger gihiştin ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê, li ser navê Komîteya Azadî ji bo Ocalan, Komîta Jinên Başûrê Kurdistanê ya ji bo Azadiya Ocalan û Desteya Destpêşxerî ya ji bo Yekîtiya Neteweyî peyam hat dayîn.

‘Azadiya Rêber Apo ya jinê yeʼ

Li ser navê Komîta Azadî ji bo Ocalan, Endamê Komîteyê Şoreş Xidir daxuyaniyek da. Wî got, “Tecrîdkirina Rêber Apo û êrişên hovane yên Erdogan ên li dijî gelê Kurd, ji sînoran hemûyan dibihurin. Êdî gelê Kurd vê neheqiyê û dagirkeriyê qebûl nake. Pêwîst e civaka navneteweyî ji îro pê ve, bi erka xwe rabe û helwêsta xwe nîşan bide.”

Li ser navê Komîta Jinên Başûrê Kurdistanê ya ji bo Azadiya Ocalan jî Wijdan Nuredîn daxuyanî da û bang li tevayê aliyên Kurd kir da ku bibin yek û dawiyê li tecrîdê bînin. Wê wekî din got, “Azadiya Rêber Apo di heman demê de azadiya jinan e, serketina îradeya neteweya demokratîk û serbixwe ya her ferdî ye.”

Piştre Endamê Desteya Destpêşxeriya ji bo Yekîtiya Netewî Luqman Hesen jî got, “Daxwaza me ew e, em bi hev re zextê li ser aliyên siyasî bikin ji bo ku Kurd bibin yek. Ji ber ku bêyî yekîtiya neteweyî em nikarin hebûna xwe û destketiyên xwe biparêzin.”

Endamê Kongreya Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mela Nadir jî got; “Di rastiya Îslamê de rê nayê dayîn kesekî azadîxwaz û mirovdost were girtin. Lê mixabin ji ber bêdengiya civaka navneteweyî û welatên Îslamê, birêz Ocalan niha di girtîgehê de tecrîdkirî ye.”

Li Qendîl û Ranyayê protesto

Li navçeya Ranya û li Binarê Qendîlê komploya 15’ê Sibatê bi çalakiyan hat şermezarkirin. Xelkê gundên Binarê Qendîlê û navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniyê, bi meş û daxuyaniyan komployê şermezar kir. Xelkê gundên Navdeştê yên Binarê Qendîlê ji bo şermezarkirina komployê ji gundê Enzê heta ser cadeya giştî ya Ranya-Çomanê meşiyan.

Bi heman armancê li navçeya Ranya ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê jî bi sedan welatî ji ber Baxê Giştî yê Ranyayê meşiyan heta nav bazara navçeyê. Li ser navê RJAKʼê û Komîteya Azadiya ji bo Ocalan daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, “Bi komployê xwestin kirîza li Rojhilata Navîn kûrtir bikin, ji bo bikarin ji aloziya heyî sûdê wergirin. Divê demildest Rêber Ocalan azad bibe.”

Li Kelar û Çemçemalê meş

Li navçeya Kelar û bajarokê Çemçemalê jî komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin. Li navçeya Kelarê bi pêşengiya Komîteya Azadî ji bo Ocalan de, welatî li Parka Leyla Qasim kom bûn. Çalakvanan bê navber dirûşmeyên li dijî komployê gotin û wêneyên Ocalan bilind kirin.

Li bajarokê Çemçemalê yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê jî bi heman armancê gelek welatî li nava bazara bajarok kom bûn. Wêneyên Ocalan hildan û dirûşmeyên li dijî komployê gotin.

Li Mexmûrî çalakiya girseyî

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Abdullah Ocalan bi meşek girseyî hate şermezarkirin. Meşê li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heta Navenda Çand û Huner a Mexmûrê dewam kir. Di meşê de pankarta li ser nivîsandî, ‘Tecrîdê bişkîne, Faşîzmê hilweşîne, bi Rêber Apo re azad bijî’ hat hildan. Li cihê mîtîngê, ji Rêveberiya Wargehê, Fadîle Tok got, “Îro roja reş e, ya ku bi awayekî bêbextane pê xwestin di kesayeta Rêber Apo de gelê Kurd tine bikin. Lê dîtin ku gelê Kurd ji vê dozê û ji fikrên Rêber Apo venagere.

Kesên ku gotin kesek nikare roja me tarî bike li dora Rêber Apo bûn xelek û dan nîşan ku kes nikare îradeya gelê Kurd desteser bike.”

 

SILÊMANÎ/HEWLÊR