Çalakiyên greva birçîbûnê li Hewlêr, Silêmanî, Mexmûr û Şengalê jî dewam dikin.

Li nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ji bo şikandina tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi Hevseroka KCD’ê Leyla Guven re 21’ê Mijdara 2018’an destpêkir, û hîna dewam dike. Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê, Nasir Yagiz çalakiya xwe veguherand greva bêdawî û nedorveger. Nasir Yagiz ev 51 roj in di grevê de ye û rewşa siheta wî her diçe xirab dibe. Çalakiya dorveger jî ji aliyê koma 25´an ve bi biryardarî dawam dike. Li ser navê koma çalakî dewirgirtî, nûnera HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş peyivî û got, ew ê çalakiya xwe heta dawiyê bidomînin û got, “Nasir Yagiz ev 51 roj in di grevê de ye. Rewşa tenduristiyê ya wî her ku diçe xirab dibe. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, sazî û rêxistinên navneteweyî dikin ku di mijara tecrîdê de bi berpirsyarî rabin.

Hata encam bê girtin

Li bajarê Silêmaniyê jî 14’ê Kanûna 2018’an bi heman armancê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger destpê kir. Çalakî bi awakî dorveger ji aliyê welatiyên Bakurê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê û xelkê Silêmanî ve tê birêvebirin. Çalager bi biryar in ku heta bigihêjin armanca xwe çalakiya xwe bidomînin.

Gel li pişt wan e

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî 16’ê Kanûna 2018’an di bin sîwana Meclîsa Gel û Meclîsa Îştarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger destpê kir.Çalakî bi tevlîbûna gelê wargehê dewam dike. Ji roja yekem a çalakiyê ve welatiyên Mexmûrê her roj bi tevlîbûna gel a her semtekê bi girseyî serdana çalakgeran dikin.

Şengalî biryardar in

Li Şengalê jî çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdkirina Ocalan, 6’ê Çileyê 2019’an li Hola Laliş a bajarokê Xanesorê bi beşdariya 20 ciwanên endamên Yekîtiya Ciwanên Êzîdî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî (YJCÊ) dest pê kir. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî û Yekîtiya Ciwanên Êzîdî ve tê birêvebirin. Her wiha xelkê Şengalê jî serdana çalakiyê dikin.

 

  NAVENDA NÛÇEYAN