Weke em hemû dizanin, li Rojhilata Navîn şer û nakokiyên xurt hene. Ev şer û nakokî di navbera çend hêzên esasî de ye. Li milekî, dewletên hegemonîk ên cihanî yê ku dixwazin li Rojhilata Navîn desthilatdarî û dagirkeriya xwe zêdetir kûr bikin, yên din statukoparêz in ku dixwazin berjewendî û desthilatdariyên xwe yên berê biparêzin û van bidin dewamkirin. Hêzên din jî hêzên gelan in ku dixwazin sîstemeke azad û demokratîk ava bikin û hemû rengê civakê bêcudakerî li ser bingehê demokrasiyê cihê xwe di nava vê sîstemê de cihê xwe bigirin. 

Ev nakokî û şerê di navbera van hêzan de herî zêde li Rojhilata Navîn rûdide. Îro li Kurdistanê di pêşengiya Kurdê azad de tekoşîneke demokrasiyê ya bê hempa heye. Li beranberî tevahiya êrîş û hewlên tinekirinê li ser bingehê xeta neteweya demokratîk şoreşeke bingehîn e ya ku diqewime. Vê şoreşê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê  Sûriyê gelek desketî bi xwe re anîn û her roj di nava xwe de guhertinên girîngtîr yên berbipêşve dike. Em rojane dibin şahîdê vê yekê. 

Bi taybetî di dîroka Kurdistanê de cara yekem e ku Kurd bi projeya xwe ya azadiyê li beramberî hêzên dagirker disekinin.  Di nava van alozî û şerên heyî de gelê Kurd bi xwe pirsgirêkên xwe datîne holê, nîqaş dike û nexşa çareseriya herî rast jî li gorî reseniya heremê û Kurdistanê zindî dike. Ev bûyerên heyî, bandora xwe li tevahî Rojhilata Navîn û parçeyên din ên Kurdistanê jî dikin.  

Li Başûrê Kurdistanê dagirkeriyeke navdewletî tê meşandin. Li vir gel sala 1991’ê serê xwe li hemberî sîstema Baasê rakir û têkoşîneke mezin meşand. Sala 1992’an jî hikûmetek li Başûrê Kurdistanê hate avakirin. Bi sala 2003´yan jî li tevahiya Başûrê Kurdistanê û Iraqê sîstema Baasê bi temamî hate rakirin. Mirov dikare bibêje ku dagirkeriya hikûmeta Baasê ji wê demê ve rabû. 

Dema mirov bi giştî lê binihêre ji sala 91´ê ve heta roja me ya îro, gelek dagirkerî li ser Başûrê Kurdistanê hatine meşandin. Bi taybetî jî hêzên derve bi projeyên xwe ve dixwazin bandora xwe li ser Başûrê Kurdistanê çêkin. Ev hêz rênadin ku li Başûrê Kurdistanê gel bi îradeya xwe bibe xwediyê xwerêvebirinê. Naxwazin gel li gorî daxwazên xwe sîstemeke demokratîk ji bo gel ava bike. 

Di nava vê meha derbasbûyî de li Başûrê Kurdistanê referandûm hate kirin. Çawa ku her kes jî pê dizane, ev referandûm projeyeke hêzên derve bû û xwestin xwe li ser Başûrê Kurdistanê ferz bikin. Ev referandûma ku îro çêkirin, ya rastî di salên 1992 û 2005´an de hatibû çêkirin, gel bi cihgirtina xwe ya di nava têkoşînê de bersiva daxwaza azadîya xwe da. Hîn wê demê gelê Kurd nihêrînê xwe dabû xuyakirin ka ew dixwaze li gel Iraqê bijî yan cuda bibe. Ev babeteke zelal bû. Lê ya pêwîst dikir li ser referandûm bihatiba çêkirin ew bû ka li Başûrê Kurdîstanê kîjan sîstema rêveberiyê bê bipêşxistin û bi vê re jî li hemberî dagirkeriyan bisekine. Yanî  gel kîjan sîstemê dipejirîne, ev  xal   diviyabû  bihatiba  yekalîkirin.  Bêguman, gel sîstemek demokratîk  dixwaze. Li herêma Kurdistanê heta niha modelên rêveberiyê, modelên dewletê  bûn. Di bin vê rêveberiya 26 salên dawî ya li Başûrê Kurdistanê zerareke mezin li gel bû.

Lê ev referandûma 25’ê Îlona bihurî di esasê xwe de projeyeke hêzên derve bû û armanca wê jî li Başûrê Kurdistanê kûrtirkirina dagirkeriyê ye. Ev di milekî de projeya dewleta Tirk e, di milê din de jî projeya wan hêzên heremî ye ku berjewendiyên wan li gel hêzên derve yên serdest in. Pêşengiya vê hêza heremî jî PDK dike. 

Di van salên derbasbûyî de gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê di encama êrişên DAIŞ´ê de rûbirû gelek komkûjî û zehmetiyan hat. Di êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Şengal, Celawla û  Maxmûrê de wendahîyên pirr mezin çêbûn. Bi taybetî jî li Şengalê valakirina sengerên parastinê û tenêhiştina gelê Êzîdî hişt ku ev komkujî bi qewime. Ev komkujî ne tenê li Şengalê bû, di heman demê de li Gûwêr û Celawla jî komkujî çêbûn. Yên ji bo van komkûjî û êşan bûn sedem hêzên desthîlatdar ên Başûrê Kurdîstanê û bi taybetî jî PDK bû. Vê rewşê îtîbar û prestîja PDK´ nehişt, û baweriya milet bi PDK´ê nema.

Li hemberî van erîş û komkujiyan hêzen şoreşger bê bersiv neman. Hêzên HPG û YJA-STAR li Şengal, Kerkûk, Xaneqîn, Celawla, Maxmûrê gel parast. Careke din hêzên YPG û YPJ´ê li Şengalê heta Rojava di parastina gelên Êzîdî de bi roleke sereke rabûn. Gelê Başûrê Kurdistanê cihekî mezin di vê berxwedanê de girt. Di heman demê de serketinên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di nava xelkê Başûrê Kurdistanê de jî hêvî û baweriyeke mezin ava kir.  Li Başûr ji Çiriya Pêşîn a 2015’an ve di navbera partiyên siyasî de nakokî hene. Ev jî bi projeyên hêzên derve ve girêdayiye ku li ser Kurdistanê diselmînin. Ji ber ku li Başûrê Kurdîstanê partîyên heyî li gorî berjewendiyên hêzên derve tevdigerin, ev jî nakokî û aloziyên di navbera wan de kûrtir dike. Îro li aliyekî alozî û krîz di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye, li aliyê din jî di navbera hêz û partiyên siyasî yên Başûr bi xwe de heye. Ev nakokî û alozî rewşa nerênî ya li heremê girantir dike, dihêle ku krîza aborî, sîyasî û civakî di asteke jor a herî bilind de xwe bide der.