Bi dengên 79 parlemanteran biryarên hatî dayîn li jêr in:
1-Parlamentoya Kurdistanê di her awayekî xwerêveberinê de piştgiriya vîna gelê Rojavayê Kurdistanê dike û pêwîst e hikûmeta Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê bi fermî xebatan li gel bike.
2- Pêwîst e hikûmet li gorî derfetên xwe bi alîkariya madî hevkariya Rojava bike.
3- Aliyên peywendîdar vê biryarê bînin cih.
4- Kar bi ti tekst û biryarekê nayê kirin ku berevajî vê biryarê be.
5- Ev biryar piştî ku di ragihandina fermî ya parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê de hat belavkirin, wê bikeve pratîkê û kar bi wan re were kirin.
Piştî civîna Parlemana Herêma Federe a Kurdistanê, Serokê fraksyona Tevgera Goran Rabûn Marûf di civîneke çapemeniyê de Kantonên Rojava pîroz kirin.
HEWLÊR