Şervanan doh li başûrê Minbicê gundên Hîza, Kedro, Romane, Şêx Ibêd, Mistahe û Cim Mihemed tevî gelek gundikên din ji çeteyan rizgar kirin.
Di çalakiyên rizgarkirina van gundan de 20 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û cenazeyên 8´an ji van ketin destê şervanan. Her wiha topavêjeke çeteyan hat rûxandin û gelek çek û cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin.
Di herdu rojên dawiyê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê zêdeyî 10 gundên bejahiya Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li başûr rojhilatê Minbicê jî gundê El-Kesra ji çeteyan rizgar kir. Di çarçoveya çalakiyên operesyonê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê doh serê sibê gundê EL-Kesra yê li başûr rojhilatê Minbicê ku gndekî erfireh û cihekî stratejîk e, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Ev gund li gelek gundên hawîrdora xwe jî hakim e.
Şervanan di vê çalakiyê de Doçkayeke 12.30, 4 çekên Kilaşinkov, 2 RBC, 4 rext desteser kirin û 6 şeş cenazeyên çeteyan jî ketin destê şervanan.
Şêniyên Minbicê vedigerin
Li Minbicê, piştî rizgarkirina bajêr, bi vegera şêniyên bajêr re, jiyan jî gav bi gav vedigere. Her wiha komên endeziyar ên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya bajarê Minbicê di rakirin û bêtesîrkirina mayînan de karê xwe dewam dikin.
Şêniyên bajarê Minbicê roj bi roj vedigerin malên xwe, li beramberî vê yekê ji bo temînkirina pêdiviyên jiyana welatiyan jî komên endeziyariyê yên Meclîsa leşkerî ya bajarê Minbicê di rakirin û bêtesîrkirina mayînan ji malên welatiyan de karê xwe dewam dikin.
Welatiyên ku vedigerin jî derbarê rakirina mayînan de kêfxweşiya xwe tînin ziman û didin zanîn ku jiyan vedigere rewşa xwe ya asayî.
MINBIC