Berxwedana şervanê YPG û YPJ’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê di roja 127’an de berdewam dike. Şervanên YPG û YPJ’ê bi operasyonan darbeyên giran li çeteyan didin û gav bi gav çeteyan ji bajar paqij dikin. Çîrokên kesên di berxwedanê cih digirin balê dikêşin. Li bajar hin kes bi çekan di çeperan de şer dikin, hinek li bajar xwarinê çêdikin, hin li kolanan peywira asayîşê dimeşînin, hin kes ji bo hewcehiyên sivîla pêk bînin xebatan dikin, hin ji bo kesên birîndar derman bikin xebatên tenduristiyê dikin û hin kes jî bi perwerdehiya zarokên Kobanê re eleqedar dibin û tevlî berxwedanê dibin.


Li deverên cihê ne
Çîroka Muhammed Ebu Fakîr û kurê wî Dîldar Mahmut jî ji çîrokên berxwedanê yêk e. Muhammed Ebu Fakîr (48) û kurê xwe ji roja berxwedanê dest pê kir heya niha di nava berxwedanê de cihê xwe digirin. Ebu Fakîr piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê zarokên xwe û hevsera xwe şandin Pirsûsê û tevlî berxwedanê bû. Kurê Fakîr Dildar Mahmut jî demekê li Pirsûsê ma û pişt re vegeryia Kobanê û ji bo şervanên YPG/YPJ’ê kincan çêdike û bi peywira di terzîxaneyê de girtî tevlî berxwedanê bû. Bav Fakîr li eniya şer a rojavayê bajar li hemberî çeteyan şer dike û kurê wî Dildar Mahmud jî di terzîxaneyê de dixebite û incax hefteyê careke fersendê dibînin bên cem hev. Em li eniya şer a rojavayê bajar rastî Fakîr û kurê wî Dildar hatin. Bav û kur piştî 15 roj şunda incax hev û du dibînin. Bav û kur hem têkildarî rewşa berxwedanê û hem jî têkildarî rewşa malbata xwe ya li Pirsûsê diaxivin û agahiyan didin hev.

Malbatekî têdikoşe

Fakîr li ser pirsa “Bav û kur hûn di berxwedanê de ne hûn çi hîs dikin?” wiha bersiv da: “Ez bi kurê xwe re ji bo axa xwe peywirê digirim gelek keyfxweş im.” Fakîr diyar kir ku zarokên xwe yên biçûk û hevsera xwe ji ber ewlehiyê şandin Pirsûsê lê ew bi xwe li bajar ma û tu fikra bajar terk bike nehate hişên wî. Fakîr anî ziman ku zarokên wî yên mezin ên çûn Pirsûsê jî pişt demekê xwestin vegeriyn bajar. Fakîr da zanîn ku piştî demek şunda kurê wî Dildar bi israr xwest bê bajar û li ser vê yêkê hat bajar û tevlî berxwedanê bû û wiha axivî: “Li vî bajarî bav bi kur re dayîk bi zarok re ber xwe didin. Me bajarê xwe terknekir. Bi pêşengiya YPG û YPJ’ê me berxwedan nîşanî hemû cîhanê da. Serkeftin dê ya me be.”

‘Peywira her kesî ye´

Kurê Fakîr Dildar jî diyar kir ku dema li bajar berxwedaneke dîrokî heyî wî êdî li Pirsûsê zêde nekarî xwe bigire û neçar hîs kir ku vegere bajarê xwe, lewra wî ev  weke berpirsiyariyekê dît. Dîldar anî ziman ku ji her kobaniyekî di nava berxwedanê de peywir heye û wiha got: “Vegerin Kobanê. Ji ber ku her kes dikare li vir karekî bike. Hevaln ez li terzîxaneyê peywirdar kirim. Ez hem ji bo kesên sivîl û ji bo şervanan kincan çêdikim. Bavê min jî li vir e lê ji ber şer incax 15-20 rojan em dikarin hev bibînin.”


ÇAGDAŞ KAPLAN/MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK/DIHA/KOBANÊ