Li wargeha penaberan a Ş. Rûstem Cûdî şehîdê çarem Remezan Ören bi navê kod (Xebat) yê ku di 18'ê Tîrmeha 2013'an de jiyana xwe ji dest dayî hat îlankirin. Toren bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan pêk hat. Bi deqeyek rêzgirtinê torena şehîd Xebat destpêkir. Di destpêkê de ji aliyê komiteye Saziya Malbatên Şehîdan ve sicîla wî hat xwendin. 


KCK name şand
Piştî wê nameya hevpar a ku ji aliyê hevserokatiya KCK´ê, Komiteya piştevaniyê ya bi malbatên şehidan û Fermandariya Biryargeha Giştî ya Parastina Gel ve hatîn şandin hatin xwendin. Di herdu nameyên hatîn xwendin de sersaxî ji malbatê re hat xwestin û soza dewama doza şehîd Xebat hat dayîn. Piştî nameyan dayîka şehîd Xebat, Fatma Ören mafê axaftinê girt û got, şer bê xwîn û şehîd negihiştine armanca xwe û wiha dewamkir. "Ji b er ku hedefek û armancek ya me hebû em ji gund û warên xwe derketine, heya em negihin vê hedefê bê guman emê bedelên hîn mezintir jî bidin. Ji bo vê bila herkes bizane em tucar paş de gav ji vê dozê navêjin û herdem li ser doza şehîdan bin".

Azadî bê berdêl nabe

Birayê şehîd Xebat,Cuma Ören jî axaftinek kir û sersaxî ji tevahiya gelê Kurd re xwest. Oren anî ziman ku birayê wî Remezan Oren bi navê kod Xebat di sala 1999'an de ji bo komploya ku li ser rêbertiya me vale derbikeve soza xwe da û tevlî refên gerîla bû. Konê sersaxiyê li ber derê malbatê hat vedan û şêniyên wargehê diçin serdana malbatê.
Şehîdê çaran
Malbata Ören di tekoşîna azadiyê de çar şehîd dan. Bav Salih Ören di sala 1989'an de şehîd ket. Talib Ören bi navê kod Xebat di sala 1990'an de tevlîbû nava refên gerîla bû û di sala 1993'an de jiyana xwe ji dest da. Xalid Ören bi navê kod Xebat di sala 1996'an de jiyana xwe ji dest da.  Herî dawî jî ferdê çaran yê malbatê Remezan Ören bi navê kod Xebat di 18'ê Tîrmeha sala 2013'an de li nava refên gerîla de jiyana xwe ji dest da. Belê sê kur û bav bi rêzê tevlî nava refên gerîla bûn. Sê ciwan li pey bavê xwe çûn, navê Xebat girtin û tevlî şerê azadiyê bûn û canê xwe gorî kirin. 

DIHA/MEXMÛR