Cengîz Yilmaz ê 47 salî ku bi du zarokên xwe re li Êlihê diçe qursên muzîkê yên Navenda Çanda Mîzgîn (NÇM), ligel temenê xwe yê mezin jî, bi hezkirinek mezin xwedî li çanda xwe derdikeve. Yilmaz ku diçe qursa temburê diyar kir ku kurê wî Muhahmmed Yilmaz (12) gîtarê û kurê wî Rênas jî di koroya zarokan de perwerdeyê dibîne.

Yilmaz da zanîn ku di sala 1990’î de wî koçî Edeneyê kiriye, piştî 12 salan carek din hatiye welatê xwe li Êlihê bicih bûye û wiha peyivî: “Piştî min gel û hevkariya li vir dît min biryar da ku ez li vir bijîm. Beriya niha ez diçûm Mala Gel a Musa Anter min perwerdehiya temburê dît. Lê ji ber qeyûmê tayînî şaredariyê hatiye kirin cihê me girt û min jî perwerdehiya xwe ya nîvço maye li NÇM’ê berdewam kir. Bi girtina mala gel re gelek zarok mexdûr bûn. NÇM qelebalixtire. Li vir hewayek pir xweş hene, mirov her tim xwe li mala xwe hîs dike.”

Li dewsa gera kolanan û kafeyên înternetê

Yilmaz, da xuyakirin ku ew gelek kêfxweş e ku bi zarokên xwe re perwerdehiyê dibîne û wiha pê de çû: “Em li vir perwerdehiyên bi sûd werdigirin. Ger zarokên min nehatibana vir dê li kolan an jî kafeyên înternetan bigeriyabana. Baş e ku cihek wiha heye û heta ez fêrî lêxistina temburê dibim. Kurê min Rênas (7) dê di nava hefteyekê de, cihê xwe di nava Koroya Zarokan a NÇM’ê de bigire. Zarokên min li vir hem fêrî muzîkê hem jî fêrî çanda xwe dibin. Li vir hemû kes wekî malbatekê ne ji ber wê mirov nikare ji vir biqede.”

Ji bavê xwe tesîr bû

Muhammed Yilmaz (12) jî anî ziman ku ev 3 meh e ew diçe qursa gîtarê û wiha axivî: “Ji ber ku ez li virim ez gelek kêfxweş im. Bavê min diçû qursa temburê û bi tembura xwe re dihat malê. Dema min bavê xwe wiha dît min jî xwest fêr bibim û min biryar da ku biçim qursa gîtarê. Ez diçûm Mala Gel a Musa Anter, piştî hat girtin ez hatim NÇM’ê. Ji ber ku NÇM ji mala me dure em di hatin û çûyînê de zehmetiyan dikişînin lê heta ez fêrî gîtarê dibim ezê biçim qursê.”


ÊLIH