Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Girê Spî, ku ji du baskan ve ji aliyê Tirkiye û Reqqayê ve hat kirin bû sedema qetilkirina gelek welatiyên sivîl li deverê. Li gorî daxuyaniya YPG´ê bi sedan çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin û 43 şervanên YPG/YPJ û endamên asayîşê jî jiyana xwe ji dest dan. Niha delîl û agahî derketin holê ku baskê vê êrîşê yê ji aliyê Tirkiyeyê ve li wargeha AFAD'ê ya fermî ya li Kaniya Xezalan hatiye plankirin.
Desthilatdariya AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên her gavê xweranegirtina xwe ya li hemberî destketiyên gelê Kurd ên li Rojava bilêv dikin, ji bo derbê li van destketiyan bixin, çeteyan bi kar tînin û êrîşan organîze dikin. Çawa ku tê zanîn di Hezîrana 2015'an de di çarçoveya operasyona berfireh a YPG û YPJ'ê de bajarê Girê Spî ji çeteyên DAIŞ'ê hatibû rizgarkirin. Piraniya çeteyên di dema vê operasyonê de ji bajêr reviyan, derbasî navçeya Rihayê Kaniya Xezalan bûn û dîmenên vê yekê hatin weşandin. Ji hingî ve der barê çeteyên derbasî Kaniya Xezalan bûyî de rayedarên li Tirkiyeyê hînê ti daxuyanî nedane. Lê hebûna komên çete li Kaniya Xezalan, rastiyek bû ku ji aliyê tevahiya raya giştî ve dihat zanîn.
Şeva agirbestê hilbijartin
Ji bo bidawîkirina şerê ev 5 sal in li Sûriyeyê diqewime, bi pêşengiya DYA û Rûsyayê biryara agirbestê hat dayîn û şeva ku ev agirbest ket meriyetê, yek jê di ser Tirkiyeyê re ji du baskan ve li hemberî Girê Spî ya di bin kontrola YPG/YPJ'ê de ye, êrîş hat kirin. Bi vê yekê re alîkariya yekser a Tirkiyeyê ji bo çeteyan careke din hat dîtin.
Piştî ku biryara agirbestê hat ragihandin, Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû bi lez û bez daxuyaniyek da û ragihand, ku Tirkiye wê agirbestê nas neke. Heman piştî daxuyaniya Davûtoglû, çeteyan bi organîzeya Tirkiyeyê êrîşî destketiyên Rojava kir. Hîna wê rojê ku êrîşê dewam dikir, Serokkomarê Tirk Erdogan daxuyaniyek da û got, "Bi qasî ku min agahî ji hevalên xwe wergirtiye, ji sedî 70´yê Til Ebyadê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye wergirtin". Bi vê gotina xwe nîşan da ku çete ji ku derê fermanê digirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi xwe ragihand, ku yekîneyên Tirk bi topbaranê korîdorek ji çeteyan re vekirine û bi vî rengî çete derbasî nava Girê Spî kirine. Piştî ku hemû çeteyên di ser Kaniya Xezalan re êrîşî Girê Spî kirin ji aliyê YPG û YPJ'ê ve hatin bêbandorkirin, leşkerên Tirk careke din top li çeperên YPG'ê barandin.
Êriş li wargeha ji konan a AFAD'ê hat organîzekirin
Agahiyên beriya êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Girê Spî gihiştin ber destan, nîşan didin ka çeteyan êrîş çawa û bi çi rengî organîze kiriye. Hat zanîn ku beriya êrîşa li hemberî Girê Spî, çeteyan li wargeha ji konan a AFAD'ê amadekarî kirine û li taxên li ser sînor êrîşa xwe li malên ji aliyê Şaredariya Kaniya Xezalan ve ji wan re hatine veqetandin, plan kirine. Li gorî agahiyên personelekî bi rêya fîrmaya navbeynkar li wargeha ji konan a AFAD'ê dixebite, komên çete beriya êrîşê, bi rojan kom bi kom civîn pêk dianîn û amadekariya êrîşê dikirin.
'Li wargehê ji gelek welatan çete hene'
Kesê xwest navê wî neyê eşkerekirin, da zanîn ku di dema civînan de Şaredariya Kaniya Xezalan a AKP'yî, ji van endamên çete re bi koliyan erzaq peyde kiriye û got, "Li wargeha ji konan endamên DAIŞ'ê yên ji gelek welatan hene. Di nava van de yên ji Urdun, Misir, Yemen, Cezaîr, Iraq û gelekî kêmî wan ji Sûriyeyê hene. Ji ber ku ez bi zimanê Erebî dizanim, min ji wan fêm kir ku plana êrîşekê dikin. Hinekan ji wan digot; ji bo di dema êrîşê de hev du nas bikin, divê bi heman rengî rî û porên xwe biqusînin. Li ser xeta sînor, malên van kesan hene."
HASAN YOLDAŞ/ANF / RIHA
Li Girê Spî 291 çete hatin kuştin
Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl li ser hûrgiliyên êrîşa 27'ê Sibatê ya çeteyên DAIŞ'ê ji Tirkiye û Reqqayê bir ser Girê Spî civîneke çapemeniyê li dar xist. Xelîl diyar kir, di şerê 3 rojan 291 çete hatin kuştin.
Civîna çapemeniyê li Serêkaniyê hat lidarxistin. Berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl di civînê de agahî dan û destnîşan kir ku bêyî destek û alîkariya Tirkiyeyê ne pêkan e çeteyên DAIŞ’ê yên 35 km dûrî herêmê ne, êrîşêke wiha berfireh pêk bînin.
Xelîl da zanîn ku 3 cihên çeteyan kiribûn hedefa xwe li beramberî qereqolên leşkerî yên Tirkiyeyê ne.
Rêdûr Xelîl ragihand, li ser bersivdayîna hêzên YPG/YPJ’ê û Hêzên Parastina Civakî (HPC) di encama şerê 3 rojan de 291 çete hatine kuştin û ji wan cenazeyên 125 kesan ketine destê YPG/YPJ’ê. Her wiha 6 çete jî bi saxî hatine girtin.
Berdevkê YPG'ê Xelîl diyar kir ku di encama vî şerî de gelek belge jî hatine desteserkirin.
Xelîl anî ziman ku di şer de 43 şervanên YPG/YPJ’ê û Hêzên Parastina Civakî jiyana xwe ji dest dane.
Operasyona paqijkirina gundewarên Silûkê dest pê kir
Hêzên Sûriya Demokrîtîk (QSD) operasoyan paqijkirina gundewarê rojhilatê bajarokê Silûkê yê ku 20 kîlometreyan li rojhilatê Girê Spî, destpê kir.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê yên ku operasyonê dişopînin dayî, hêzên QSD, operasyona paqijkirina gundewarê Silûkê dest pê kirine, lê agahiyên berfireh der barê operasyonê de nehatine bidestxistin.
SERÊKANIYÊ / GIRÊ SPÎ
Sînorê Tirkiyeyê ji çeteyan re betal in
Li ser mijarê em bi kurdekî ji Girê Spî yê berê qederê salekê li wargeheke AFAD´ê ya li Pirsûsê mayî re peyivîn. Sozdar Smaîl ê ku li wargehê mamosteyê dibistana destpêkê bû, tîne bîra xwe ku li her deverê wargehê eskerên dewleta Tirk ahzir bûn û li derdora wargehê qederê 400 eskerî jî bi cih kirî bûn. Smaîl wekî din da zanîn ku niha hejmara kesên li vê kampê dimînin kêmtir e û qederê 30 hezarî ye. Li gorî wî berê tevî ku kêm bûn niha li wargehê Ereb û tirkman jî pirr in û biqasî ku hevalên wî yên mamoste ji wargehê radigihînin, gelek kesên rîh dirêj li kampê peyde bûne.
Sozdar Smaîl dibîje, dema ew li wargehê bû bi çavê xwe dîtiye ku sîlehên giran ên DAIŞ´ê di ser erda Tirkiyeyê re hatine derbaskirin û tiştekî ji rêzê û asayî bû ku çete di ser sînorê Tirkiyeyê re biçin û bên, hem jî tevî sîlehên xwe yên giran jî. Çawa ku Sozdar Smaîl dibîje di nava van sîlehan de tank jî hebûn û wî bi çavên xwe dîtiye ku ev tank di ser Tirkiyeyê re li Kobanê hatine derbaskirin. Sozdar Smaîl niha li wargehê namîne, lê belê ev agahiyên ew dide jî piştrast dikin ku li wargehan kontroleke xurt a rayedarên Tirk û eskerên Tirk heye û ne mumkin e hevdîtin û civînên li wargehên AFAD´ê bêyî zanîn teşwîq û heta organîzeya dewleta Tirk û artêşa wê pêk werin.
NAVENDA NÛÇEYAN