Piştî DAIŞ´ê Tirkiyeyê herî zêde xweytî li komên ser bi El-Qaîdeya Sûriyê ve kir, ew mezin kirin ûş destek da wan. Bi hezaran TIR´ên Tirkiyeyê ji DAIŞ´ê û van koman re şandî jixwe bi Kurdan eyan bûn. Lê va ye, dinya alem jî dibîne û nûnerê taybet ê serokê DYE´yê yê di Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê de Brett McGurk jî neçar ma ji bo vê bibêje, “Hin hevparên me bi dehhezaran sîleh ji wan re şandin û dema şervanên ji welatên biyanî diçûn vê herêmê (Idlîb) berê xwe didan deverên din, ev helwêsta wan muhtemelen ne ya herî baş bû û El Qaîdeyê gelekî ji vê îstîfade kir”. 

Brett McGurk rewşa heyî ya şerê li dijî DAIŞ´ê di paneleke li Washingtonê de nirxand. McGurk dema ev kir, îşaret bi tehlûkeya El-Qaîdeyê ya li devera Idlîbê kir û di vê yekê de dewra Tirkiyeyê jî derxist pêş. Înstîtuya Rojhilata Navîn ev panel organîze kir û li ser siyaseta rêveberiya Trump minaqeşe hatin kirin.


Pêşî DAIŞ, niha El-Qaîde

McGurk elaqedarî mijara El-Qaîde li Idlibê got, “Idlîb ji êrîşên 11´ê Îlonê û vir ve veguherî stara herî mezin ji bo El-Qaîdeyê. Ev pirsgirêkeke gelekî mezin e. Serekên El-Qaîdeyê yên diçin Idlîbê, gelek caran nikarin ji wir derkevin. Lê divê em vê pirsê ji xwe bikin: Alîkarê serokê El-Qaîdeyê Eyman Zewahirî, çima diçe Idlîbê û çawa dikare biçe? Ne eskerên bi paraşûtan dadikevin in. Bi her halî ez ê behsa wê yekê nekin ka Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji bo serî bi meselê re derxin, çi dikin, lê belê, hin hevparên me bi dehhezaran sîleh ji wan re şandin û dema şervanên ji welatên biyanî diçûn vê herêmê (Idlîb) berê xwe didan deverên din, ev helwêsta wan muhtemelen ne ya herî baş bû û El Qaîdeyê gelekî ji vê îstîfade kir. Niha ew der stareke El-Qaîdeyê ye ku hema li ber serê sînorê Tirkiyeyê ye. Em ê vê mijarê di demeke nêz de bi Tirkiyeyê re bipeyivin. Çawa ku me hin deverên DAIŞ´ê sînor da girtin, û kir ku kes nikaribe ji sînor bibihure, em dikarin ji bo Idlîbê jî li heman tiştî bifikirin. Lewma ev pirsgirêk ji DAIŞ´ê guhertî ye, lê pirgirêkeke mezin e û di biserxistina armanca me ya têkoşîna li dijî terorê de divê em berê awirên xwe qenc bidinê”.

Peyvên “Em ê vê mijarê di demeke nêz de bi Tirkiyeyê re bipeyivin” ji aliyê gelek çavdêrên siyasî ve wekî cezakirin yan jî gefxwarina li Tirkiyeyê hat nirxandin. Hinan jî got DYE wê careke din guhê Enqerê bikişîne. 


Ne sergirtî, lê eşkere

Li gorî hin çavdêrên Tirk McGurk sergirtî rexne li Tirkiyeyê girtiye, lê di rastiyê de gelekî eşkere Tirkiye bi xweytîkirin û mezinkirina El-Qaîdeyê gunehbar kir, ji bo vê jî mînaka DAIŞ´ê da ku her kes êdî dizane ku di vê mijarê de Tirkiye tê gunehbarkirin. Eşkere ye ku di demeke nêzîk de dema bi Tirkiyeyê re “peyivîn” DYE wê hem bibêjin, sînor bigirin û hem jî zorê li wan bikin ku alîkariya ji bo wan rawestînin. Ev herêma ku ji bo Efrînê jî tehlûke ye, Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê jî elaqedar dike. Wan jî der barê mijarê de daxuyanî dabûn. 


 WASHINGTON