Di nava 5 salan derbasbûyî de li Îngilistanê 60 jin bi vî rengî hatin kuştin, ya ji vê jî xirabtir 12 hezar mirov jî bûn mexdûrî sûcên li ser navê “namûsê”, yan lêdan xwarin yan jî hatin revandin. Jixwe îhtîmal e ev hejmar zêdetir jî be, lewma keç û jinên ciwan ên bi darê zorê tên zewicandin, êdî ne li welêt in. Li gorî hesabê rayedarên ji Wezaretên Karê Derve û Karê Hundir wan hezar û 200 bûyerên zewaca bi darê zorê tesbît kiriye û ev ji gelek civakên cihê yên li Îngilistanê hatine.
BBC 3´yê par jî bi filma bi navê “Hevalê min ez kuştim” bal kişandibû ser şideta nava malê û ya li dijî jinan.
Behsa Salma ya 16 salî dike
Filma vê carê behsa Salma ya 16 salî dike ku aktrîsta sereke Kiran Sonia Sawar bi rola wê radibe. Salma ya ciwan bi bavê xwe û birayê xwe yê piçûk re li yek malê dimîne. Dema ku xwe ji bo zanîngehê amade dike, dil dikeve Imî. Lê belê bavê wê ji mêj jê re mêrek dîtiye: kurê patronê wî. Ji ber ku bav ji ya xwe nayê xwarê, çawa ku mirov ji navê filmê jî tê digihîje, keça xwe Salma dikuje.
Kiran dibêje, “Karekî zahmet bû. Nexasim jî sahneya fînalê ya tirsnak. Di serê min de bû û hîç ji hişê min dernediket, û hema hema bi heman rengê wê tiştê bû ku her roj ew keç lê difikirin. Tirsa ji wan mirovan ku diviya te biparêzin, ji dê û bavê xwe mirov bitirse?” Filma ku hat amadekirin bi şahidiyên jiyana rastî û daneyên berhevkirî bi alîkariya rêxistina li dijî zewaca bi darê zorê Karma Nirvana, Rêxistina Parastina Mafên Jinan a Îranî û Kurd IKWRO ku hewl dide mafên jinên ji Rojhilata Navîn biparêze. Kiran dibêje, ‘Filmê destûr da min ku ez bikevim dewsa psîkolojiya wan keşan û min his kir ka çawa wan xwe di xefkê de his kir”. Li ser meseleyê fikra xwe Krian weha bi dawî dike: “Bi her halî, di vê ti keç, ti jina ciwan û ti kes bitirse ku wê were kuştin; nexasim jî bi destê dêûbavên xwe. Ew der stara we ye, ew der mala we ye. Mirov li wir bi tirseke daimî bijî, nabe ku were qebûlkirin.”
Film niha li ser sîstema iPlayer a BBC´yê amade ye û mirov dikarin lê temaşe bikin.
LONDON