Xsentos 2900 sal berê di kîtabeya xwe de wiha dibêje: "Jibîr meke li ser rûyê dinê her kes xwediyê çîrokekê ye.. Divê tu guhdarî bikî." Wisa jî em bûn mêvanê Vahap Gogebakan. Ew di nav Kurdên li Berlînê de wekî 'Xalê Vahap' tê nasîn, di kêm zêde tevahiya çalakiyên Kurdewarî yên li Berlînê û di yên li derveyê Berlînê de dîtina wî pêkan e; yan li pêş alhilgir e, yan bi karekî civakî ve têkildare û yan jî di govendê de ye. Ew yek ji portreyên ku em her gav dibînin û pir hindik nas dikin e û ji bo min babeta maraqê ye: Xalê Vahap di sala 1942'an de li gundê Gobaxana (Gogebakan) Meletiyê ji dayîk bûye. Du dayîkên wî û 16 xwîşk û birayên wî hebûne -Gava dihejmêre tevlihev dike, bi hêsanî nikare bizane ka kîjan zarok ji kîjan dayîkê ye û dikene.-  Xalê Vahap ji Mersedestê malnişîn e, vê gav bêtir dema xwe dide xebatên şoreşa Kurdistanê. Dema ez teklîfa sohbetê lê dikim keyfxweşiya xwe wiha bi lêv dike: "Ez jî dixwazim lêkolînekê bikim, li ser gund û koka xwe pirtûkekê binivîsim. Hindek ciwan hene xwe wekî Tirk dihesibînin, kesên ji xwe re lêkolîner dibêjin bêteşe ne, mîna ku ew me ji me baştir nas dikin. Dibêjin ew Tirk in." Wiha dilê xwe yê bikul vedike em jî ji vir de dest bi gotûbêja xwe dikin. Belkî rastiya vê babetê hebe, bi rastî jî koka wan de Tirkîtî hebe. Lê ew ji xwe bawer e û vêna bi tundî red dike: "Angaşta wan eve ku 24 baskên Tirk ji Asyayê hatine, me jî wekî baskê 25'emîn dihêjmêrin. Derdorên me gundên Tirkan in. Piraniya wan Elewî ne, Tirk û Tirkmen in. Lê em bi her awayî ji wan cuda ne. Eger em Tirk bin çima em bi Kurdî dizanin û ew nizanin? Hê jî pîr û kalên me bi Tirkî nizanin. Kaniya Dizê, Newalê Dizê, Nalê Devê navên çol û çiyayên me tev de bi Kurdî ne, em çawa dibin Tirk?"


Qizilbaş derketin, Sunî vegeriyan

Wisa vala derdixe angaşta Tirkbûnê. Gava diçe welêt bi gundiyan û bi nifşên nû re şer dike, dibêjin 'mekeve‚ kanala duyê‘ ‚Ciwan êdî bi Kurdî nizanin, lê dema berê herkesî bi Kurdî dizanibû. Niha bi Tirkan re jî zewac çêdibin û ew jî bandora xwe li zimên dike.  

Piraniya Kurdên Berlînê Xalê Vahap wekî Elewî dizanin, lê ew Sunî ye. Li gorî gotegotan dibêjin ew jî berê Elewî bûne, demek ji gund derketine û gava vegeriyane jî êdî bûne Sunî... Ev jî babeteke lêkolînê ye. Qizilbaş derketine û Sunî vegeriyane. Vê jî bi baweriyên dayîka xwe ve diçespîne: "Diya min mîna senteza ol û baweriyan bû... Av li agir nedikir, tefandina agirî wekî guneh didît. Digot: Şevên înan mirî tên û li ser kulekan dipên, xwarin dibir goristanan, rojên çarşeman karê malê nedikir. Nimêj û rojî digirt, Sunitiya wê jî ne wekî ya îro bû, xweser bû. Ez Sunitiya îro wek ya dewletê bi nav dikim. Herkes dibêje ev Qizilbaş e, lê ez Sunî Misilman im. Li zora min jî naçe, ez Êzîdî me jî, lê simbêlê min nîne (dikene). Berê Kurditî jî ne mesele bû, lê niha ew mercek e ji bo min. Diya min gava digiriya bi Kurdî şîn dikir. Kurdî sedema cezayê bûye. Diya min digot:‘Axxx mêrik dibînî Kurdî êdî mir... Lawê min ji min fêm nake. Gava diçûne dibistanan ango çend sal piştî xurbetiyê êdî Kurdî nedizanîn, ango nedixwestin bi Kurdî xeber bidin. Gundî bi wan re bi Kurdî lê wan bi Tirkî bersiv didan. Gundiyan bi wan henekên xwe dikirin, digotin 'şêtik' bûne. Gava behsa van mijaran dibû babet dihate guhertinê, li ber me xeber nedidan. Em li navbera Koçgiri û Dêrsimê de ne. Bandor heye, bivênevê... Li dijî dewletê bertekên wî hebû. Bavê min li dijî CHP'ê bû. Hez nedikir. Elewiyên li derdor deng didan CHP'ê. Di sala 1950'yan de Tersixan seranser bû Partiya Demokrat (DP). Niha jî AKP li wan deran bi ser dikeve. BDP jî heye lê…


Endazyarî dixwîne

Xalê Vahap torna hîn dibe. Salek li Rihayê dijî, li koleja muhendisiyê de dixwîne. Dixwaze bibe muhendis. Li Rihayê germahiyeke mezin dibîne, hindik Kurdî fêm dike. 8 ê Cotmeh a 1969 an tê Hamburgê. Di keştiyan de kar dike û nexweş dikeve, dû re tê  Berlînê, wiha keser dikşîne: "Wê demê Kurd tunebû, herkes Tirk bû. Di trênê de şewqe avêtin û tev de grawat girêdan. Dibistanên me mîna qişleyan bû. Em bi gravatan ve diçûn kar. Qravat diketin ber makîneyan, dibûn sedemê qezayan. Wê demê Almanya pir xweş bû. Pere pir bû, min ê bixwenda û ezê bibûma mihendis. Di 71 an de zewicîm, me hevdu berda. Dû re Zeyneb xanim ket jiyana min, sê zarok hene ji wê. Li Almanyayê dîwarê Berlîne hebû, me wek çepgirî û rastgirî li ser dîwêr şer dikir, lê li Rihayê milet di zeviyên mayînan de lingên xwe wenda dikirin, welat perçe bû û me çi dikir?" 


Bîranîna bi leşkerê Tirk re

"Min di zaroktiya xwe de jî ji leşkeran hez nedikir, gava ew dihatin , gund tevlihev dikirin, sawdariyek bi ser me de digirt. Digotin li wan nenêrin, eger hûn binêrin wê bêne we. Pir li xelkê dixistin. Baca bi navê Aşûr hebû, nan û danên xelkê dibirin. Gundê me biçûk bû, çend mal bûn û bi hev ve girêdayê bûn. Felsefeya mal û malbata wan ev bûye; çiqasî ji dewletê dûr bî ewqas baş e. Digotin: Erebeya Osmaniyan li çiya kêvroşk nêçîr dike. Wê demê rojnameya Akşamê jî weke pêşverû! bû. Min jî dixwend. Dilê min li dijî neheqiyê lêdida. 27 salî hatime Almanyayê

Sala  86 an bû, ez li welêt bûm, leşkerekî li erebeya me siwar bû û dest bi axaftinê kir: Xwedê xera bike vê şansê, eger niha li aliyen din ê pirê bûma, lêxe bikuje 250 hezar pere û 6 hefte jî destûr! Pêşî lêxe dû re pirsyar bike. Heval tev de wisa dikin. Binê Firatê û ser Firatê. Seriyek û xelatek bû. Ji tilî û guhan tizbî çêdikirin. Hesab dikirin ji bo 2500'an divêt ez çend Kurdî bikujim? Li fabrîkê hesab dikirin. Ji bo kûçikekî Afganî herî kêm divêt 15 Kurdan bikujim. Ji Feratê jêrtir rewşa ne-asayî bû... Leşkeran pir dixwest biçin wê derê. 39 hezar lîre... Piştî wî cendirmeyî min xwe hiç rehet his nekir. 87'an de ez çûm komeleyên Kurdî. Min bihist ku ji bo gerila alîkarî berhev dikin. Hevalek hebû, min ji bo dibistana gund 500 mark alîkarî kiribû û min pesnê xwe da, wî jî got; Kekê Vahap ma ne heyf e, heval li serê çiyan in û tu jî alîkariya dijmin dikî!‘

Ev tev li ser hev hatin...

"Çiqas komele hebûn min tevan ziyaret kir. PKK ji min re nêzîk hat. Ferqa wan ev bû. Vekirî bûn, zêde farazî nebûn, pir gotin tunebû, jidil bûn. Him şoreşger bûn û him jî netewî bûn. Min xwe di nav de dît. Destpêkê min terzê rexneyî yên Rêzdar Ocalan sar dît, lê dû re min xwe jî di nav de dît. Serxwebûn xwend... Pirtûk jî xwendin lê herî zêde Serxwebûnê bandor li min kir. Yên din zêde tesîr li min nekirin. Zêde ne teorî, lê hîs bi ser diket. Gelek ji wan dûr ketin... PKK gelek tişt da me, kesayet, rastînî, biryarî... Cidiyetê da, nêzîkbûna baweriyên din, têkiliya bi gelên din re divê çawa be? Çepgirên berê şaş nêzîk dibûn ku ew jî lîstika dijmin bû. Ez jî wisa nêzîk dibûm, PKK da nîşan ku em ne rast in. PKK nediket van mijaran. Hesas didît. Gel baş analîz kiribû. Li gorî min şoreşger divêt edaletê bibîne di navbera wan dînan de.‘


Salên 1990'î...

Gava PKK hate qedexekirin ez li welêt bûm, hatim hê jî bûyeran berdewam dikir.  D isala 1992'yan de hatim girtin, polîsên Alman deriyên min şikênandin, min got werin qehweyekê vexwin hûn çima dişkînin. Pirtûk, serxwebûn digirtin, pirtûkên serok dibirin û doz vedikirin. Heta par jî doz hebû, min beraat kir. Ji ber "Bijî Serok Apo" jî doz hebû. Tiştek jê derneket.‘


Belê ez ji Apo hez dikim

Di 1993'yan de şev hebû li Zanîngeha Azad (freî unî). Hate qedexekirin;  Ez gelek bin bandor bûm. Ciwanan çalakî dikirin, xwe şewitandin. Di salvegera PKK'ê de qedexe anîn. 27 ê Mijdarê bû. Pir aloz bû,  hindek jî xwe ji jor da davêtin û hwd… Min xwest nehilim (dikene) canê min jî şewitî... Çok û çîpên min şewitîn. Ez girtî mam. Sê hefte... Dadger pirsa partiyê ji min kir, min got: PKK çi kiriye û bike ez rast dibînim. Got, tu ji Apo hez dikî? Min got; bêguman! Hevalan gotin wisa mebêje, ev kemîn e. Min got: Çî dibe bila bibe!...

Min bawer nedikir, hê jî nakim ku heval li Ewropa hatine kuştin. Kî dikare gule berde hevalan, nexwasim hevala Sakîne. Gava Sakîne û hevalên din hatin qetilkirin min careke din jî muqayese kir. Digotin: Ewropa heqê Kurdan diparêze.‘ Min jî ew kîn û nefretê hîs kir. Min tif kire Parîsê, 'mafên mirovan' û dewleta sosyal.


YEKO ARDIL/ BERLÎN