‘Çeka xwe deyne’
Gever got ku ji bo wê YPS JIN azadî ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Min di nava refên YPS JIN’ê de xwe dît. Min ziman û nasnameya xwe ferq kir. Ez nû xwe nas dikim.”
Her wiha Gever bang li bavê xwe yê cerdevan jî kir û wiah got: “Ez keça cerdevanekî me. Di serî de ez bang li bavê xwe û hemû cerdevanan dikim. Êdî dest ji çekên xwe berdin. Li hemberî zarokên xwe şer nekin. Cerdevanî îxanet e û li hemberî zarokên xwe çek rakirin e.. Êdî ji bo azadiya xwe şer bikin û ber xwe bidin.”
NÛRŞAN ÎBRAHÎM
ANHA/COLEMÊRG