Li parêzgeha Kerkûkê piştî mezhebên Sunne û Şîe bawermendên Kakeyî di warê hejmarê de di rêza sêyemîn de ne. Piraniya wan li herêma Daqûqê nîştecih in.
Li gorî daneyên nefermî, hejmara Kakeyiyên li Iraqê 125 hezar kesin û ji wan nêzî 40 hezar Kakeyî li Kerkûkê ne.
Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de dest bi êrişên xwe kirin, li herêma Kerkûkê Kakeyî bûn hedefa sereke. Piştî ragihandina nemana DAIŞ‘ê û heta niha metirsiyek cidî li ser Kakeyiyan heye.
Li navçeya Daqûq 15 gundên Kakeyiyan hene, cihên wan ên pîroz li van gundan hene. Lê, ji ber metirsiya DAIŞ‘ê ya li ser jiyana wan piraniya gundan hatine valakirin û niha li bajarê Kerkûkê dimînin.
Plana wan a xweparastinê heye
Yek ji ruspiyên Kakeyiyayn Ziyad Fehid eşkere kir ku armanca DAIŞ‘ê tinekirina bewermendên Kakeyiye û got, li gundan timî metirsiya DAIŞ’ê heye.
Ziyad Fehid bang li Serokwezîr, Serokkomarê Iraqê kir ku bi hewara wan ve biçin û got, eger di hewara wan de neçin plana wan a xweparistinê heye.
Awat Kakeyî jî diyar kir ku tehlûkeya tinekirinê ya ji bo wan berfirehtir e, û îşaret bi siyaseta dagirkirin û tinekirinê kir û got, dikujin û di warê civakî de çand û edetên wan tê tinekirin.
Serokê Rêxistina Mîtir a ji bo girîngîdan û rewşenbîriya Yarisan Receb Kakeyî sedema tinekirina Kakeyiyan weke mijareke qanûnê dibîne, îşaret bi pirnasnamebûna Iraqê kir û got;”Pêwîst bû di destûra Îraqê de navê Kakekiyan jî bihata hildan.
Receb Kakayî da zanîn ku ji tirsa, ji sala 2014’an ve zêdetirî 100 malbatên Kakeyî koçî derveyî welat kirine.
KERKÛK / ROJNEWS