
Di nava şert û mercên deh hezar sal berê ne gengaz bû ku van pirsên jiyanê yên bingehîn bi awayekî zanistî bibersivînin. Lê di encama raçaviya wan a jiyan û xwezayê digihijin hin qenaetan. Wekî derketina rojê; ji ber ku wan ji tarîtiyek tirsnak rizgar dike, pir pîroz dibinin û wekî Yezdanê ‘başî û ronahiyê’ bi nav dikin. Dîsa demên ku baranên dijwar dibarin û lehî radibin û jiyana wan dikeve xeterê ev yek jî dibe sedem ku hizrên ‘Yezdanên nebaş ji hene’ li baweriya wan zêde dibe. Belê cara yekemîn feraseta dualîzmê li vir pêş ketiye. Lê belê baweriya wan tenê bi vê yekm sînordar nine. Ew her tiştî zindî dibînin. Ango bi baweriya wan di her tiştî de ruh heye û her tişt ji bo wan pîroz bûn.
Pêşketina animîzmê
Di vî warî de animîzm ji hemû baweriyên olî yên piştî xwe ji hemû felsefeyên îdealîst û meteryalîst ên yewnanan û serdema navîn, heta ji pozîtîvîzmê jî pêşketî bû. Asta zanista kuantumê ku zanista herî pêşketî ya roja me ye, destnîşan dike ku herî rast animîzmê bersiva pirsên “Em kî ne, em ji ku hatine û em ê herin ku?” dane. Ji ber ku di baweriya wan de kirde û bireser ji hev nehatine cuda kirin. Ji lewre ji pozîtîvîzm û olên dogmatîkbûyî zêdetir nêzî heqîqetê bûn. Xulase, hemû bawerî çawa dibin bila bibin dema nû derdikevin lêgerên heqîqetê ne. Ew bawerî civakên exlaqî û polîtîk temsîl dikin. Mirov nikarin bê bawerîbijîn. Di dîrokê de bi hezaran baweriyên ji hev cuda, ji bo watedar kirina jiyanê derketine. Her yek ji wan li gorî serdema xwe lêgerên heqîqetê bûne. Hz. Îbrahîm, Hz. Mûsa, Hz. Îsa, Hz. Muhammed û gelek tevgerên felsefîk û olî yên wekî Zerdeştî, Manîzm, Mazdeîk, Babekî, Xuremî û hwd. Ev tevgerên olî û felsefîk hemû li dijî zilma desthilatdaran derketine. Em di vê nivîsa xwe de dixwazin li ser ‘Baweriya Mazdeîk’ rawestin. Lê pêşî em binêrin ka Mazdek bi xwe kî ye, di kîjan mercan de derketiye, dîroka piştî xwe çawa bandor kiriye? Mazdek di sed sala 5’ê zayînî de li bajarê Hemedanê de jiyaye. Dîroka ji dayikbûna wî tam nayê zanîn. Bajarê Hemedanê di sedema Konfederosyona Medan de paytextê Medan bû. Ango bajarekî Kurdan e.
Derketina Mazdek
Dema ku em vê rastiyê ber çavan digirin Kurdbûna Mazdek derdikeve holê. Divê serdemê de (P.Z. 500) Împaratoriya Sasaniyan li ser erdnîgariya Îran û Kurdistanê serwer bû. Ola Zerdeştî ji bûbû ola desthilatdariyê a fermî. Rahîbên olî û arîstokratên Sasanî ol û felsefeya Zerdeşt li gorî dilê xwe ji bo berjiwendiyên xwe bi kar tînin. Di demek wisa de ku çavê gel li felatê ye, Mazdek derdikeve û baweriya Mazdeîk bi pêş dixe.
Di sed sal berê Mazdek li ser heman erdnîgariyê Manî derketibû. Jixwe Mazdek jî dixwast felsefeya Zerdeşt û Manî sentez bike. Manî ji li dijî kevneperestiya Sasaniyan dikeve nava hewldanên bi destxistina azadiyê.
Dualîzma felsefeya Zerdeşt li ser baweriya Mazdeîk jî bandor kiribû. Başî û xirabî, ronahî û taritî wekî du dijberên hev ên ku tim bi hev re şer dikin şîrove dikir. Çêbûna gerdûnê wekî fîlozofên Îoniyayê bi sê gotinên mîna; “Av, ax û agir” dianî ziman. Li gorî baweriya Mazdek, Yezdanê ronahiyê çar kesan û di bin fermana van çar kesan de 7 hêzên din jî hene. Her wisa di bin fermana van 7 hêzan de 12 hêzên din hene. Yezdan bi vî awayî gerdûnê bi rê ve dibe. Di serdema xwe de baweriyek gelek pêşketî bû. Çar hêzên bingehin wisa bi nav dikir. 1. Hêza darizandinê, 2. Hêza watedayînê, 3. Hêza parastinê 4. Hêza serkeftinê û jiyanek bextewer.
Qralê sasaniyan Kawasê 1’emîn hezkirina gelê herêmê ya li hemberê Mazdek dibîne û dixwaze vê rewşê ji bo xwe bi kar bîne.
Qral Kawas, her çiqas serî de hemberê tevgera Mazdeîk bêdeng mabe jî lê gelek caran bi dijwarî ser wan de diçe. Piştî mirina qral, kurê wî Husrevê yekem tê ser textê qraliyetê. Husrev bandora baweriya Mazdeîk ji bo qraliyeta xwe talûke dibîne. Ji lewre dikeve nava lêgerînên tunekirina Mazdek û hevrêyên wî.
Rojekê gazî Mazdek û hevalên wî dike û dibêje; “Ez dixwazim baweriya we bikim baweriya qraltiya xwe ya fermî. Ger hûn dixwazin werin qonaxa min da ku em li ser vê mijarê bi hevre biaxivin.”
Rêbaza goftûgoyê esas digirt
Mazdek jî mîna Manî yekî reformîst bû. Çareserkirina pirsgirêkan de rêbaza goftûgoyê esas digirt. Li ser vî esasî bi hevalên xwe re berê xwe dide qonaxa Husrev. Dema digijin qonaxa qral dikevin defikê. Di encema vê komployê de bi hevalên xwe re tê girtin. Bi fermana Husrev destpêkê hevalên wî bi awayekî hovane bi saxî serjêrkîrî bin erd dikin. Piştî ku vê dîmenê li Mazdek didin temaşekirin bi heman rêbazî Mazdek jî qetil dikin.
Mazdek jî wek Manî bi awayekî zalimane tê kuştin. Lê bandora felsefa Mazdek bi sedan salan li ser tevgerên azadîxwaz yên ku pey wî re tên berdewam dike. Piştî mirina Mazdek hevsera wî Xurem têkoşîna wî didomîne. Lê mixabin der barê Mazdek bi xwe de zêde tişt nayên zanîn.
Pirtûkên ku li ser bawerî û lehengiya wî hatine nivîsandin di dema seferên Îslamê yên li ser Mezopotamya û Îranê, her wiha şerê talanê yên artêşên moxolan de pirtûkxaneyê herêmê yên herî mezin tên şewitandin û agahiyên der barê Mazdek û baweriya Mazdeîk de ji piranî têne tune kirin. Ev yek jî taybetmendiyek desthilatdaran ya hevbeş nîşan dide.
Tevgerek komunîst
Ji lewre pir kêm bi serê xwe nîşan dide ka Mazdek yekî çawa leheng û li gorî serdema xwe çiqas pêşketî bûye. Ji xwe heger ne lehengê gel bûya dê desthilatdaran agahiyên derbarê wi de tune nekirana. Lê tê zanîn Mazdek di sed sala 5’ê zayinî li bajarê Hemedanê (ku îro dikeve hindirê dewleta Îranê) jiyaye. Di sala 499’an de tê kuştin.
Dîroka ji dayikbûna wî nayê zanîn. Lê hewldanên wan hemû bê encamin. Ji lewre hemû tevgerên Rojhilat ên civakî xwe dispêrin jiyana komînal ya ku Mazdek di riya wê de canê xwe feda kiribû…
Rêber Apo jî tevgera Mazdeîk wekî tevgerek komunîst ya yekemîn bi nav dike.
FERHAT RUHIYE / Ji girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê