RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

Parlamenter Behar Mehmûd diyar kir ku jiyana wan ne parastî ye û got, ji ber ku asayîşa Hewlêrê hizbî ye, baweriya wan pê nayê.

Parlamentera Tevgera Gorran  û Cîgira Serokê Komîsyona Karûbarên Yasayî ya li Parlamena Herêma Kurdistanê, Behar Mehmûd têkildarî bûyerên 29'ê Cotmehê li Parlamena Herêma Kurdistanê qewimîn, got, jiyana wan ne parastî ye. Behar Mehmûd wiha peyivî: "Heger civîna parlamenê bê kirin, em ê biçin parlamenê, her çiqasî em dizanin ku jiyana me ne parastî ye jî. Jiyana me qet ne parastî ye. Lê em qet guh nadin jiyana xwe. Ji ber ku erkekî parlamenteriyê li ser milê me ye. Divê em pêk bînin."

Mehmûd axaftina xwe wiha domand: "Ewlehiya jiyana me li gorî bûyeran e. Weke mînak, li nuqteyên kontrolê pêşiya me tê girtin, yan jî bûyerên weke yên li parlamenê rû didin, jiyana me ne parastî ye. Ev jî ji ber wan hizban e ku li Hewlêrê desthilatdar in."

Parlamentera Tevgera Gorran Behar Mehmûd herî dawî got; "Asayîşeke me ya

pispor nîne. Hemû hizbî ne. Ji ber vê yekê baweriya me bi asayîşa Hewlêrê nîne."