Li gundê Textê yê herêma Hewraman a li Çiyayê Zagrosan her sal şahiya "Merasîma Pir Şalyar Cem" tê lidarxistin. Li çiyayen bilind welatiyên herema Hewraman ji bo vê baweriyê li hev kom dibin û şahiyê çêdikin. Her sal şahî di meha zivistanê de bi sedan kes cilên taybet li xwe dikin û di vê bernameyê de zîkir û îbadetê dikin. Ev çanda di baweriya Kurdên Goran de cihekî taybet digire. Wênekêşê Îranî Loghman Rahîmî, ev baweriya Kurdên Goran a li Gundê Text ê Hewramane yê Merîwanê baweriya "Merasima Pir Şalyar Cem" bi wêneyan nemir kir û di 4'emîn Rojên Wêneyan a Navneteweyî de da pêşandan. Bername di mernaleyên Cem, Xeber, Kute kute, Klawroçni, diyarkirina Adaka, Ayîna Sema û Xwarin Xwarinê, Şewnişt û Terbî di 7 pêngavan re derbas dibe.
Rahîmi destnişan kir ku ev çand û kevneşopiya Zerdûştî ye. Rahmî, anî ziman ku di hewaya cejna Newrozê de derbas dibe û xelatan diyarî zarokan dikin û şahiyek pir bi wate û dewlemend e.
AMED