Piştî ku 36 xwendekaran dewreyên xwe yên perwedeyê yên ku mehekê dom kirin û paşê jî ezmûnên xwe derbas kirin, Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz li bajarê Qamişlo bi armanca belavkirina bawernameyên zimanê kurdî, zimanê Înglîzî û bawernameyên tenduristiyê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo, bi amadebûna dehan ji malbatên xwendekaran, şahiyek lidar xist. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Kordînasyona Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz li bajarê Qamişlo Zîlan Çiya derbarê giringiya ku ciwanên xwendevan rola xwe di Şoreşa Rojava de bilîzin, axivî.
Zîlan Çiya di axaftina xwe de got ku avakirina civakeke azad û demokratîk û gihistina pêşerojeke baş, li ser mile ciwanan dikeve. Çiya di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku gelek ji endamên Konfedresyonê di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane û bûne têkoşerên Şoreşê. Bi saya xwîna wan têkoşeran em îro li virin û di nava aramiyeke ku li tevahiya Sûriyê nayê dîtin de, dijîn. Di şahiyê de Koma Şehîd Viyan a dîlanên Folklorî dîlanên xwe pêşkêş kirin. Her wiha Koma Konfederesyonê ya Şano jî Şanoyeke derbarê Şideta ku di civakê de li ser jinê tê meşandin, pêşkêş kirin. Di dawiyê de jî mamosteyan bawername li şagirtên xwe belav kirin.
Şahî bi stranan û gerandina govendê ji aliyê xwendekaran û malbatên wan ve bi dawî bû.
QAMIŞLO