Pira Endîwarê ya 20 kîlometre dûrî bajarê Dêrikê yê Herêma Kantona Cizîrê ye bi hezar salan xwe parastiye û heta îro hatiye. Pira ku di navbera Dêrik û Cizirê de dimîne rastî eleqeyek mezin tê. Pira dîrokî hrî dawî di sala 1926'an de ket bin dagirkeriya Firansiyan. Pira ku li ser çemê Dîcleyê hatiye avakirin, ji bo ku li herêmê pir genim dihat çandin û hemû genimê dihat çinîn tev di ser wê pirê re dihat kişandin.

Pira ku heta niha der barê avakirin û dîroka wê de belgeyek nivîskî nehatiye dîtin û dikeve kontarê Çiyayê Cudî têkiliya Çiyayê Cûdî û deşta Dêrikê bi hevv girê dide Pira Endiwarê ku ji serdema Romayan ve maye û bi mîmariyek awarte hatiye avakirin bi hemû şekl û şemala xwe ve bala mirovan dikişîne ser xwe. Pira ku li ser çemê Dîcleyê hatiye avakirin ji bo şaristan û aboriyê bûye navgîniya dîrokî. Pira ku li gorî salnameya Hicri di sala 250'an de hatiye avakirin.
Pira ku dirêjahiya wê 15 metre ye û bi kevirên bê beton hatiye avakirin bi mîmariya xwe bala ziyaretvanan dikişîne û di demên dawî de zêde rastî eleqeya turîst û ziyaretvanan tê.

ÎSMAÎL ESKİN/DÎHA/DÊRÎK