Baxçeyê Rojava li gundê Ezîziyê yê girêdayî bajarokê Til Helefê yê herêma Serêkaniyê ye. Baxçe di sala 2014`an de ava bû. Piştî ku YPG û YPJ`ê herêma Serêkaniyê ji komên çeteyan rizgar kirin, şêniyên herêmê bi armanca kêmkirina bêkariyê dest bi vekirina projeyan kirin. Yek ji van projeyan jî avakirina Baxçeyê Rojava bû.
Baxçe yek ji girîngtirîn jêdera sebze û fêkiyên sûkên herêmê û gelek deverên din ên herêma Cizîrê ye. Rûbera baxçe hezar û 400 donim e. Di baxçe de 4 hezar darên berhemdar ên sêv, karçik, kerez, hinar, tirî, xox, gûz û gelek cureyên din hene.
Li rex darên berhemdar tevahiya cureyên sebzeyan di baxçeyê de tên çandin. Ev zebze di bin hingaran de tên mezinkirin.
Projeyên me hene
Endama rêveberiya baxçe, berpirsa hingaran û seroka komîna Baxçeya Rojava Ahîn Elî got: “Em wek rêveberî û karker bi hemû hêza xwe kar dikin. Armanca me alîkariya malbatan e. Weke din jî em hertim hewl didin pêwîstiyên şêniyan peyda bikin. Gelek projeyên din hene em ê di nav baxçeyê de pêk bînin mîna xwedîkirina sewalan, û zivistanê danîna sebzeyan da ku fêkî û sebzeyan di dirêjahiya sê mewsiman de biparêzin û bigihînin.”
HESEKÊ