Bi beşdariya gelek nivîskar, rewşenbîr, heskerên xwendinê û berpirsên Rêveberiya Xweser, li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo, Baxçeyê Xwendinê hate vekirin. Hezkerên xwendinê dikarin li wê deverê bicivin û kitêban bixwînin.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Ebûd Mixso li ser Baxçê Xwendinê got: “Cara yekemîn e li Rojavayê Kurdistanê û cara yekemîn e li bajarê Qamişlo baxçeyekî bi vî rengî tê avakirin. Armanca me ew e ku em karibin tevahiya nivîskar û rewşenbîran li hev bicivînin da ku karibin derd û kulên xwe ji hev re bibêjin û di paşerojê de berhemên wan bighêjine asta pêwîst.”

Li Baxçeyê Xwendinê yê li taxa Xerbî peykerê çar rewşenbîrên Kurdistanê, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Mûsa Enter û Şêrko Bêkes jî hatine danîn.

Nivîskar û helbestvan Salihê Heydo dibêje, “Ev baxçe dê bibe mîna kafe û korbendekê ku rewşenbîr û xwendevan lê bicivin û bi hêsanî danûstandinan bi hev re bikin û hevnasîn û heskirina wan ji hev re zêdetir bibe.”

Di nava baxçe de kitêbxaneyek hatiye avakirin û hejmarek ji pirtûkên curbecur tê de cihê xwe digirin. Ji ber wê jî hezkerên xwendinê dikarin serdana Baxçeyê Xwendinê bikin û ligel vexwarina çay û qehwê, dikarin kitêban bixwînin.

 

 QAMIŞLO