Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de çû gundê Barzan û gora Mele Mûstafa Barzanî ziyaret kir. Baydemîr kulîlk danî ser gora Barzanî û li dû xwendina Fatîhayê, herkesên di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. Şaredar Baydemîr, ji aliyê Serokê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî, pismamê wî Xelat Barzanî û xizmên din ên malbatê ve hat pêşwazîkirin û li ser gora Mele Mûstafa Barzanî ya li kêla gora bavê Serokwezîrê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ye, da xuyakirin ku gelê Kurd li rojhilata Navîn ber bi azadî û aştiyeke bi rûmet dimeşe.


Gelên mazlûm wê bigihêjin azadiyê

Baydemîr dûre li galeriya wêneyên malbata Barzanî geriya û li deftera bîranînê, hest û ramanên xwe nivîsand. Baydemîr diyar kir, ku ew Şêx Seîd, Seyid Riza, Qazî Mûhammed, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz û hemû têkoşerên li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bibîr tîne. Baydemîr destnîşan kir ku bi saya hemû şehîdan tifaqa Kurdan xurtir dibe.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr dûre çû serdana goristana 8 hezar sivîl û zarokên di dema rejîma Seddam Huseyîn de hatin kuştin. Baydemîr kulîlk danî ser gorên li vir û bal kişand ser trajediyên gelê mazlûm ê Kurd di dema lêgerîna mafên xwe de lê rast hatiye.
Baydemîr di axaftina xwe ya li vê derê de destnîşan kir ku rejîma zilmdar a Baasê di dawiya dawî de bûye qurbanê zilma xwe. Baydemîr ku ji Xelat Barzanî der heqê komkujiya Enfalê de agahî stend da xuyakirin, ku gelên mazlûm bi têkoşîn, tifaq û piştgiriyê wê ji sedî sed bigihêjin azadiyê.

Bi Barzanî re hevdîtin

Ji aliyê din ve Osman Baydemîr li gel nûnerên BDP'ê yên Hewlêrê Cemal Coşkûn û Mehmed Elî Aydin çûn bajarê Selahaddîn û bi Serokê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kirin. Baydemîr da xuyakirin ku li ser soza xwe ya dabû dayikek li Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, piştî qedexeya 3 salan a derketina derveyî welêt, hatiye Başûrê Kurdistanê. Baydemîr diyar kir ku hukûmeta navendî ya Iraqê berpirsyariyên xwe yên li beramberî kampê bicih nîne û destnîşan kir, ku ji mamosteyên li kampê wezîfedar in re, hukûmeta Iraqê maeş nade. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr di hevdîtinê de anî ziman, ku kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelemperiya Başûrê Kurdistanê tê meşandin, di nava Kurdên li Bakur de rê li ber kêfxweşiyeke mezin vekiriye. Baydemîr di mijara yekitiya Kurdan de bal kişand ser girîngiya konferansa netewî û got, "Hevkarî û Yekitiya navbera Kurdan, bingeha azadî û aştiyeke bi rûmet e." Baydemîr di vê çarçoveyê de bal kişand ser hevkariya çandî, pêşbirkên sporê yên navbera ciwanan û hevdîtinên li festîvalan ên navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de.  
Baydemîr di hevdîtina bi qasî 40 deqeyan de, li ser navê xwe û Hevserokên BDP'ê, ji ber wefata xuşka Barzanî, ji Mesûd Barzanî re sersaxî xwest. 

ANF/HEWLÊR