Li Dihokê çi metrajdirêj, çi kurt û çi belgefilm, di Festîvala Filman a Navneteweyî de filmên derhênerên ji Bakurê Kurdistanê bi ser ketin. Filma herî serketî ya Xalko ya Samî Mermer e, belgefilma herî baş jî bû Her Mal Dibistanek.
Festîvala Filman a Navneteweyî ya Dihokê îsal sala 7´an li xwe quliband. Di dawiya festîvalê de 16´ê Îlonê (pêr) êvarê xelatên filmên serketî hatin dayîn. Festîvalê di salvegera wefata Yilmaz Guney de yanî 9´ê Îlonê dest pê kir û gelek filmên tê de hatin nîşandan. Di dema festîvalê de wekî din gelek panel û konser jî hatin organîzekirin.
Nexasim jî derhênerên ji Bakurê Kurdistanê mohra xwe li festîvalê da. Di festîvalê de filma derhênerê Kurd ê ji Konyayê Sami Mermer tevî Hind Benchekrour re çêkirî yê bi navl “Xalko” di nava filmên fîktîf ên metraj dirêj de bû filma herî serketî û xelata Pela Zêrîn wergirt. Filma fîktîf a metraj dirêj a derhênerê ji Mûşê Serhat Karaaslan a bi navê, “Görülmüştür (Dat dîtin)” jî xelatên senaryoya herî baş û derhênerê herî baş wergirtin. Di nava kurtefilman de jî Yilmaz Ozdil ê ji Geverê bi filma xwe ya bi navê Barê Giran xelata kurtefilma herî serketî wegirt. Di beşa kurtefilaman de xelata juriyê ya taybet jî ji Ferhat Ozmen ê ji Bedlîsê re çû ku navê filma wî jî Karganın Aşınan Gagası (Nikilê Qirikê ê Xepirî) ye. Filma derhênerê ji Rojjhilatê Kambozia Partovî ya bi navê Kamyon jî di nava filmên xelatgir de bû.
Belgefilma herî serketî ‘Her Mal Dibistanek’ e
Filma Her Mal Dibsitanek a derhêner Ardîn Dîren jî xelata belgefilma herî baş wergirt. Film behsa wan zarokan dike, ku pêşî diçûn dibistana Kurdî ya Ferzad Kemanger û piştî ku dewleta Tirk dibistan girt, mal ji xwe re kirin dibsitan û perwerdehiya bi Kurdî dewam kirin. Filma ku bi derfetên pirr kêm hat çêkirin, heta niha beşdarî 3 festîvalan bû û ji her sê festîvaln jî xelat wergirt. Em bi Ardîn Dîren re li ser filma wî û xelata li festîvalê girtî peyivîn.
Sê festîval sê xelat
Ardîn Dîren got, xwendekarên dibistana bi Kurdî Ferzad Kemanger a ku şaredariyê vekiribû, her roj zêde dibûn, lê dewleta Tirk disbitan girt. Piştre jî ew wiha dewam dike: “Xisleta herî xweş û bedew a dibistanê ew bû ku ji sinifa 1´ê heta sinifa 5´an ders bi Kurdî didan. Piştî ku dibistan hat girtin, malbat û mamosteyan li malan hewl da dersên xwe dewam bikin. Ha ev têkoşîn min kir mijar ji bo belgefilmê.”
Ew dest pê dike û diçe malan û dersên tên dayîn bi dîmen tomar dike. Wî film bi temamî bi derfetên xwe û bê alîkarî û subvansiyon çêkiriye.
Ji bo serketina di festîvalê de jî Ardîn Dîren dibêje, “Beriya di FilmAmedê de hat nîşandan. Hezîranê jî di Festîvala Filman a Istanbul Dokumentarist de hat nîşandan. Festîvala sisiyan jî ya Dihokê bû. Heta niha li hemû festîvalên em beşdarî bûyî de me xelata belgefilma herî baş wergirt. Li Dihokê jî ev layiqî me dîtin. Yê min, ev xelata min a sisiyan e ku ez ji Dihokê werdigirim. Film wê van rojên bê, di Festîvala Filman a Hamburgê de bê nîşandan.”
NAVENDA NÛÇEYAN