Endamê Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik pêşketinên di van demên dawiyê de ji li Rojhilata Navîn, Sûriyeyê û Başûrê Rojavayê Kurdistanê diqewimin ji ANF’ê re nirxand û got; “Îngîz, Fransî û DYA li pişt Tirkiyeyê ne. Di encama vê îtîfaqê de NATO mudaxeleyê Lîbyayê kirin. Bi vî awayî dixwazin li Lîbya, Sûriyeyê û piştre jî li Îranê encam werbigirin. Ji ber vê jî ev îtîfaq pêk anîn. Di çarçoveya vê îtîfaqê de mudaxeleyê PKK’ê dikin. Ji ber wê Tirkiye operasyonên siyasî û leşkerî berfireh kir û Emerîka jî navê me û hinek hevalên me xist nava lîsta qaçaxçiyan."
Bayik têkildarî pêşketinên li herêmê û bi taybetî jî li Sûriyeyê pirsên me bersivandin.

Hûn pêşketinên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê diqewimîn çawa dinirxînin? Di nava van pêşketinan de rol û mîsyona Tirkiye çi ye?

Li ser Rojhilata Navîn mudaxeleyek pergala kapîtalîst modernîte heye. Kapîtalîzma mondernîte dixwaze bi wê sîstemê desthilatiya xwe li herêmê ava bike. Dixwazin hemû astengiyên li pêşiya vê desthilatiya xwe ji holê rabikin an jî teslîm bigirin. Dixwazin bi vî awayî herêmê hemû têxin di bin çavdêriya sîstema xwe de. Di vê rewşê de dixwazin Tirkiyeyê ji bo xwe bi kar bînin. Obama bi xwe digot Erdogan bi navê me diaxive. Vê yekê pir zelal got. Ev yek tê wê wateyê ku pergal Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ev sîstem ji Tirkiyeyê re dibêje ku tu dikarî li herêmê xizmeta me bikî em ê jî hinek tiştan bidin te. Di vê çarçoveyê de ew û Tirkiye li hev kirine. Jixwe berê jî îtîfaqa Tirkiye û DYA hebû û Tirkiye endamê NATO’yê ye. Vê têkiliyê têrê nekir, ji ber wê jî dixwazin berfirehtir bikin.

'Biryara DYA bêexlaqî ye'
Daxwaza Tirkiyeyê jî tunekirina Kurd û PKK’ê ye û bi vî awayî alîkarî bigire û bigihe encamekê. Ji ber wê jî Îngîz, Fransî û DYA li pişt Tirkiyeyê ne. Di encama vê îtîfaqê de NATO mudaxeleyê Lîbyayê kirin. Bi vî awayî dixwazin li Lîbya, Sûriyeyê û piştre jî li Îranê encam werbigirin. Ji ber vê jî ev îtîfaq pêk anîn. Di çarçoveya vê îtîfaqê de mudaxeleyê PKK’ê dikin. Ji ber wê Tirkiye operasyonên siyasî û leşkerî berfireh kir û Emerîka jî navê me û hinek hevalên me xist nava lîsta qaçaxçiyan. Emerîka jî bi xwe dizane ku gelaşek jî ya me nîne. Ew jî baş dizane ku ger em bimirin li pişt me gelaşek jî yê me nîne ku bimîne. Lê biryarekî bêehlaqî da û dixwaze bi vê biryarê zextê li PKK’ê bike. Bi vî awayî dixwazin ku PKK li Tirkiye û Sûriyeyê pirsgirêkê çareser neke. Ji ber ew jî dizanin ger pirsgirêk bi PKK’ê çareser bibin, ew hêz nikarin Tirkiye û herêmê ji bo xwe bixebitînin û nikarin destlihatiya xwe li Kurdistanê pêk bîne. Ji ber wê jî li gor wan divê pirsgirêka Kurd li Bakûr û Rojava bi PKK’ê çareser nebe. Dixwazin piştî li Sûriyeyê encam bi dest xistin mudaxeleyê Îranê jî bikin û hemû Rojhilata Navîn têbikeve di bin desthilatiya wan de.

Ger Sûriyeyê bikeve, ew ê bandoreke çawa li Îran û herêmê bike?
Niha li Rojhilata Navîn Îran dixwaze bi Şîe û hêza xwe ya nukleerî bike desthilat, li aliyê din jî Tirkiye dixwaze bibe desthilat, li aliyê din jî Emerîka, Îsraîl, Înglîz û Fransî dixwazin bibin desthilat. Lê ji ber ku Tirkiye di bin siya NATO’yê de ye, nikare xwe bike desthilat. Tenê dikare di bin siya wan de bibe desthilat. Tirkiye ji bo sîstema kapîtalîst modernîte ne xeter e, jixwe AKP bi vê yekê bûye desthilat. Bi AKP’ê re jî li hev kirin û Tirkiye ket di ximeta wan de. Tenê Îran dimîne. Dixwazin bi şkandina Îranê li herêmê bibin desthilat. Ji bo şkandina Îranê jî Sûriyeyê girîng e. Ji ber ku piştî Sûriyeyê eniya Libnan û Filistînê jî dikeve. Hevsengiyên li herêmê bi riya Sûriyeyê çê dibin. Hevsengiyên nû jî li ser Sûriyeyê xirab dibin û dikarin li ser Sûriyeyê hevsengiyên nû ava bikin. Sûriyeyê pir girîng e. Şkestina Sûriyeyê bandor li Tirkiye, Libnan, Îraq, Urdûn û Îranê jî dike.

'Bi rêya Tirkiyeyê xwestin Sûriyeyê teslîm bigirin'
Di nava gelên Ereb de jî tekoşîn pêş ketin. Gelê Ereb jî êdî zanî ku ev rejîm nikarin wana bi rê ve bibin. Gelê Ereb jî dixwaze xwe ji van rejîman rizgar bikin. Weke din gelê Ereb dibîne ku Tirkiye, Îran, Emerîka, Îsraîl, Fransa, Înglîstan li ser herêma Ereban şer dikin. Kî ji vana bi ser bikevin, ereb winda dikin. Ji ber ku Ereb dibin koleyên wan. Gelê Ereb jî êdî vê yekê dibîne û li hemberî wan radibin. Lê di van tevgerên gel de pirsgirêkên pêşengtiyê hene. Sîstema kapîtalîst modernîte dixwaze sûd ji vê yekê wer bigire. Bi wê dixwaze rejîmên nû ava bike û li ser herêmê bibin desthilat. Her wiha nahêlin ku Tevgera Kurd encam bi dest bixe. Dixwazin li ser herêmê kontrolek ava bikin. Niha sîstema kapîtalîzmê dixwaze xwe ji xetimînê der bixe.
Li pêşiya wana hinek rejîm û rêxistinên ji bo wan asteng hene. Bi rejîman dest mudaxeleyê kiriye, dixwazin li Sûriyeyê û heta Îranê bibin. Her wiha rêxistina radîkal a Îslamî ya Bîn Ladîn hebû, lê Bîn Ladîn jî tesfiye kirin. Her wiha tevgera Kurdan a ku dixwaze civak û kesayeteke azad pêş bixîne heye. Ji ber wê jî Tevgera Azadiya Kurdistanê dikin hedef. Dixwazin bi riya Tirkiyeyê Sûriyeyê teslîm bigirin. Dixwazin Sûriyeyê têkiliyên xwe yên bi Hizbullah, Îran û Libnanê re qût bikin û teslîmê vê sîstemê bibe. Her wiha piştî jî bi hêsanî mudaxeleyê Îranê bikin. Sûriyeyê bi peymana Edeneyê hinek pêngav avêt, lê bi temamî teslîm nebû.
Niha li Sûriyeyê hinek Îslamî xwedî rêxistin in, ango muxalefet lewaz e. Dixwazin bi riya Tirkiyeyê muxalefetek li derve li hemberî Sûriyeyê bidin avakirin. Bi civîna li Entalyayê xwestin wê bikin. Xwestin rejîmê teslîm bigirin û rejîmeke li gorî xwe bînin.

'Derfeta Kurdan a siyasetê heye'
Divê Kurd li Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê çi bikin?
Heta muxalefet an jî rejîm bi Kurdan re li hev nekin, nikarin bi ser bikevin. Kurd li vê derê kilîd in. Kî bi Kurdan re li hev bike bi ser dikeve. Muxalefet bi Kurdan re li hev bike muxalefet, rejîm bi Kurdan re li hev bike, rejîm bi ser dikeve. Emerîka û Tirkiye jî dizanin. Ji ber wê jî dixwazin muxalefet û rejîmê bikin şirîk û piştre jî Beşar Esad bi temamî tesfiye bikin û muxalefetê bikin desthilat. Niha rejîm vana dibîne û muxalefet jî dibînin. Divê li vir Kurd siyaset bikin. Dikarin siyaset bikin. An dewlet an muxalefet. Kîjan ji wan pirsgirêka Kurd çareser bike, bi wan re tevbigere. Ger yek ji wan jî ji bo Kurdan tu pêngav neavêtin bi yek ji wana re jî li hev nekin. Wê demê yek ji wan jî encam nagirin. Divê Kurd xwe bi xwe bi rêxistin bikin û sîstemek ava bikin. Her wiha li ser bingeha Xweseriya Demokratîk bixebitin. Ger muxalefet û dewlet vê yekê qebûl neke jî, divê Kurd bi xwe sîstema xwe ya Xweseriya Demokratîk têxin meriyetê. Ji bo Kurdan derfet heye.

'Divê Kurd saziyên çandî damezirînin'
Niha jî muxelefet jî û dewlet jî li riyên textîk û xapandinê digere. Divê Kurd bi van textîk û polîtîkayên mijûlkirinê nexape. Kurd dikarin di aliyê çandê de navendên xwe veke. Çawa li Bakûr saziyên çandî yên Kurd hene, dikarin li Sûriyeyê jî ava bikin. Dikarin vê yekê bikin. Dikarin bi dewlet û muxalefetê bidin qebûlkirin jî. Divê Kurd pêngavên pratîkî biavêjin.

ABDULLAH BÎLEN - ANF-BEHDÎNAN