Di bernameyeke xwe de straneke rexneyên henekî li ser serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan weşandibû. Stran li Elmanyayê têra xwe belav bû û li gorî bernameya Extra 3 bêhtir hat temaşekirin.

Lê tişta ecêb ew bû ku piştî weşandina stranê, wezareta karê derve ya Tirkiyeyê sefîrê Elman ê enqerê vexwend û jê xwest ku ev stran ji ser înternetê were birin. 

Christian Ehring li ser vê yekê pêr êvarê di bernameya xwe de bi kurtî peyivî. Ehring got, em naxwazin ku alozî di navbera me û Serokkomar de zêde bibe û hin henekên din li yên berê zêde kirin:

*  Ji ber ku Erdogan li bernameya me temaşe kir, armanca me rexne bû û wî rexneya me bihîst û belav kir, em wî weke hevkarê herî baş ê Extra 3 ê mehê hildibijêrin.

* Niha sefîrê me vexwendine, min jî ê wan vexwend, lê nehat. Piştî vê dikarin berdin dîplomatan û piştî wê jî şer tê. Lê ji bo xwedê, min eskeriya xwe nekir û li şûna wê karekî civakî kir li stargeha kal û pîran, ez ê çawa şer bikim? Ji ber wê jî min biryar da em rewşê aram bikin.

* Bi her halî me rexne li Erdogan girtin ji ber ku ew çapemeniyê asteng û sansûr dike. Wî jî bersiv da vê rexneya me bi astengkirin û sansûrkirina çapemeniyê.

  

Bazara dawî

Ehring her dawî got, ew nikarin vîdeoyê jê bibin, ji ber ku Înternet jî naçe; lê belê ew dikare ber bi Erdogan ve bê, heke ew şertekî wî bi cih bîne:

Em amade ne henekeke xwe ya li ser Erdogan jê bibin heke ew destûrê bide rojnamevanekî li Tirkiyeyê wî rexne bike. Bila ev bazara me be, di berdêla wê yekê de  ku her rojnamevanê karî rexneyekê bi serbestî li Erdogan bike, em ê rexneyeke xwe jê bibin.