BERHEM LATÎF / ANHA/ROJNEWS
Li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 3 meh in, hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê çêbûye. Aliyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmetê di nava danûstandinan de ne, lê ji ber li hev nekirina aliyên siyasî ya li ser erkên wezaretan, hikûmet nehatiye avakirin.
Hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 30’ê Îlona 2018’an de çêbû. Piştî ku encamên hilbijartinê ji aliyê Encûmena Dadwerî ya herêmê ve hat pejirandin, ji 17’ê Mijdarê ve 3 caran aliyên siyasî ji bo avakirina hikûmetê civiyane. Danûstandinên ji bo pêkanîna hikûmeta nû, di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran de pêk hatin. Heta niha ti encamek ji van danûstandin û guftugoyên li ser pêkanîna hikûmetê derneketiye. Her çendî alî behsa levakirina erkên wezaretê dikin jî, lê encameke diyar nîne.
Armanca PDK’ê
Partiya herî zêde parlamenter bi dest xistî PDK ye. PDK dixwaze destpêkê Desteya Serokatiya Parlamentoya Herêmê hilbijêre û qanûna Serokatiya Herêmê bi cih bîne. Piştî wê jî dixwaze serokê herêmê di nava parlamentoyê de hilbijêre. Piştî vê jî ji aliyê parlamenê ve kesekî ji bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar bike. Ev kes jî ji aliyê serokê herêmê ve ji bo pêkanîna hikûmeta nû bê erkdarkirin. Armanca PDK’ê ev e.
YNK jî naxwaze guftugo li ser mijara pejirandina qanûna serokatiya herêmê bike. Ji ber ku li gorî wan, ew mijar wê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê aloz bike. YNK dixwaze destpêkê hikûmet were avakirin û piştre jî mijara serokatiya herêmê bikeve rojevê.
YNK di hikûmeta nû de daxwaza erkên Serokatiya Parlamena Herêmê, cîgirê serokê herêmê û serokatiya hikûmeta herêmê dike. YNK van her sê erkan weke mafê xwe dibîne. Li gorî van daxwazen jî diyar dibe ku wê pêkanîna hikûmeta nû ya herêmê dewam bike. Ji ber ku Tevgera Gorran jî dixwaze di hikûmeta nû de bibe xwediyê cîgirê serokê herêmê yan jî cîgirê serokê hikûmetê.
Tevgera Gorran jî bi awayekî fermî biryara beşdarîbûna xwe ya hikûmeta nû ya herême nedaye. Gorran 3 caran li ser pêkanîna hikûmeta nû bi PDK’ê re civiya. Gorran dixwaze beriya beşdarî hikûmeta nû bibe, projeya xwe bi PDK’ê re zelal bike. Projeya Gorran bernameya 4 salan a hikûmeta nû ye. Ev proje jî di aliyê îdarî, rêveberî û aborî de ye. Gorran di civînên xwe yên bi PDK’ê re, ev bername xistiye rojevê.