Rojnameya Financial Times ya Birîtanî di nûçeyekî xwe de eşkere kir ku binavbikariya dewleta Tirk ve bi oposîzyona Sûriyê û Rûsya ketine nava danûstendinan. Li gora rojnamê armanca wan danûstendinan mijara Helebê ye.
Rayadarekî ji oposîyona Sûriyê yê navê xwe eşkere nekir ji rojnama Financial Times axifî û eşkere kir bi Amerîka hayadar be bi Rûsan re bi navbêkariya dewleta Tirk ketina nava danûstendinan. Li gora ev rayadara Amerîka li dervî pêvajoyê hatiye hiştin.
Derbarê wê hevdîtinê Berpirsê Koalisyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger a oposîzyona Sûriyeyê Samir Naşar ji ajansa RIA Novostiyê re axivî û got: “Ev hevdîtin bi navbeynkariya Tirkiyeyê 3 rojan û pir bi baldarî domand. Di civînê de hinek grûbên ku Tirkiye jî bikaribe bandorê li wan bike tevlî bibûn.”
Derbarê wan hevdîtinan de berdevkê wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova got ku “ wan hev dîtinin wiha berê jî kirine, ne nû ne.”
Di çend rojên dawî de têkiliyên Serokê Rûsya Pûtîn û Serok Komarê dewleta Tirk Erdogan bi rêya telefonê zêde bûye de, Erdogan dinava du rojan de du axaftinê bihev re nakok di derbarê Sûriyê de kir. Duh Erdogan goti bû “Me got sebir, sebir, sebir, herî dawî me êdî xwe negirt û em neçar man ku bi Artêşa Sûriyeya Azad re bikevin Sûriyê. Em çima ketine? Çavê me di xaka Sûriyê de nîne. Mesele ji bo ku xwediyê rasteqîn ên xakê bibin xwediyê xaka xwe, ji bo vî tiştî. Yanî em li wir ji bo avakirina edaletekê hene. Em ji bo dawiyê li desthilatdariya (serokê rejîma Sûriyê Beşar) Esad ê zalim ê terora dewletê dikin ketin wir, ne ji bo tiştekî din.”
Erdogan îro wiha got: “Armanca operasyona Mertala Firatê ne ti kes an ti dewlet e, lê tenê rêxistinên terorê ye. Me çend caran li got û bila ti kes gumanan jê neke û herwiha bila ti kes gotinên me bi awayekî din şirove neke û wan nekişîne cihekî din”.
LONDON