Bazara wan li ser çi bû?
Serokkomarê Tirk R.T. Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn li Soçiyê pêr ji bo li ser meseleya Idlibê hatin cem hev. Piştî civînê Putîn daxuyaniyek da û got, "Herêmeke bi berfirehiya 15-20 kîlometreyî ya bêçek wê were avakirin". Her wiha Erdogan jî got, "Li Idlibê wê herêmeke bêçek were avakirin"
Li ser vê lihevkirinê, Endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê û siyasetvanê Kurd Salih Muslim peyivî û got, "Tirkiye plan dike ku van komên terorîst, çete derbasî Efrînê bike û em jî ti carî vê yekê qebûl nakin, û em ê şerê wan bikin."
Li ser çi li hev kirin
Salih Muslim got, di rastiyê de ti tişt li Idlibê neguheriye û ti kes nizane Rûsya û Tirkiyeyê çawa hevûdu razî kirine û wiha peyivî: "Lê em dizanin ku hevpeymanên nû di navbera wan de pêk hatine. Em bi hêvî ne vê carê jî Kurd nekevin nava bazara her du aliyan. Heger her du alî jî destdirêjiyên li ser berjewendiyên gelê me bikin, bê guman bersiva me ya siyasî û eskerî dê were dayîn."
Îran çima tinebû?
Salîh Muslim wekî din bi bîr xist ku di civîna Soçiyê de Îran tinebû û xuya ye di dosya Idlibê de Îran tine ye, lê ev nayê vê wateyê ku destê xwe ji Sûriyeyê vekişandiye.
Aqûbeta çeteyên Tirkan?
Muslim destnîşan kir ku Rûsya eşkere ji Tirkiyeyê re dibêje, "Çawa ku we komên terorîst derbasî herêmên Sûriyeyê kirin, divê hûn ji Sûriyeyê derxînin. Nemaze, gelek ji wan biyanî ne, di hundirê Idlibê de bi cih bûne û di Tirkiyeyê re bi hevkariya MÎT´ê derbasî Sûriyeyê bûne."
Planên Tirkiyeyê
Her wiha Muslim got, Tirkiye plan dike komên terorîst derbasî Efrînê bike û derbarê vê yekê de wiha peyivî: "Komên terorîst ên li Idlibê çekên xwe deynin, dibe ku çareseriyek ji Idlibê re pêk were, lê heger ev kom çekên xwe daneynin, bê guman rewş dê aloztir bibe.
Heger ev kom ji Idlibê bêne derxistin gelo dê bi kû derê ve bêne şandin? Bê guman Tirkiye plan dike ku van komên terrorist-çete derbasî Efrînê bike û em jî ti carî vê yekê qebûl nakin, û em ê şerê wan bikin. Efrîn ji bo me çarenûs e û bê Efrîn jiyan nabe. Divê Efrîn were vegerandin û bi derbaskirina van komên terorîst rewşa ewlehiyê li Efrînê dê dijwartir bibe. Ev yek piştrast dike ku daxwaza Tirkiyeyê ya çareserkirinê tine ye."
ANHA/QAMIŞLO