Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi erêkirina Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û pîrozkirina Rûsiya dest pê kirin. Dewleta Tirk bi hezaran çeteyên hov di bin navê ‘artêşa niştîmanî ya Sûriyê’ de kom kirin, hinekî riha wan qusandin, kirasên kurt li ser wan edilandin, kincên artêşa Tirk li wan kirin, çekên NATO dan destên wan û ew li Tankên Le-port 2 yên Almanî siwar kirin û berê wan dan Rojavayê Kurdistanê. Dema me got, çeteyên hov divê em di vê hovîtiyê de bavtiya dewleta Tirk bibînin û heqê wê nexwin.

Dema dewleta Tirk êriş bir ser Efrînê rola Rûsyayê li ber çavan bû. Ji vekişandina hêzên xwe ji herêma Efrînê zêdetir, hin agahî hatin parvekirin ku hin balafirên keşfê yên Rûs jî beşdarî operasyonê bûn e. Jixwe qada jê re dibêjin Rojavayê Firatê li gorî parvekirina Amerîka û Rûsiya qada wê ya hewayî li aliyê Rûsiya bû. Wê demê Amerîkayê digot; “Têkiliya me bi aliyê din nîne, ji ber ku ew ne di bin serweriya me de ye.” Û bi vî awayî fermandarên artêşa Amerîkî û berpirsên koalisyonê xwe ji berpirsyariya di vê mijarê de didan alî. Kengî 9´ê Cotmehê êrişên li ser Serêkaniyê û Girêspî destpê kirin. Bahaneyên xwe dîsa dugêsînî kirin. Tevî ku wan rê da dewleta Tirk dîsa anîn ziman ku ew nikarin rûbirûyî dewleta Tirk bibin û bi vî awayî “agir berdan kayê û dan aliyê bayê.” Erê, dibe ku ew naxwazin rûbirûyî dewleta Tirk werin. Lê di sêrî de Amerîka, hêzên di nava Koalisyonê de hemû nikarin bibêjin me nikarîbû dewleta Tirk bida seknandin da ku van êrişan pêk neyne. Ji ber ku gelek dosya li ser karên qirêj ên dewleta Tirk li ber destê van hêzan heye. Bi van belge û dosyan jî mabûya van hêzan dikarîbû dewleta Tirk rawestanda. Ma qey haya wan ji têkiliya dewleta Tirk û DAIŞê û komkujiyên dewleta Tirk nîne!

Piştî ku Rûsyayê û dewleta Tirk li Sotçiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî li hev kirin Amerîkayê ji bo xwe ji berpirsiyariya komkujiyên dewleta Tirk ên li Sûrî dûr bike îcar got; “Ez êdî ne berpirsiyarê sînor im, ew êdî li ser milê Rûsiyayê ye û ew berpirsyar e.” Jixwe di hevdîtina navbera Dewleta Tirk û Rûsyayê de nûnerên Kurdan û QSD tinebûn. Bi vî awayî careke din durûtiyê van aliyan eşkere bû.

Xaleke din jî heye ku divê mirov balê bikişîne ser; ew jî ew e, civîna ji bo qaşo “destûra Sûrî” li Cenêvê pêk hat. Di civîna Sotçî de biryara vê civînê dan û di heman demê de êrişên li ser Serêkaniyê û Girêspî destpê kirin. Li vir jî ya mirov fêm dike ew e, xwestin Kurdan bişkînin û nûnerên sexte li dora maseyê deynin. Bi vî awayî jî li gorî xwe Rejîmê jî razî bikin. Li aliyê din jî bi vî xwestin per û bazkên QSDê bişkînin.

Ya xuya dike, Rûsiya, dewleta Tirk û Amerîkayê li hevkirine ku dewleta Tirk heta 32 km herêma navbera Serêkaniyê û Girê-spî dagir bike. Lê dewleta Tirk qîma xwe bi vê jî nayne, dixwaze ji van sînoran jî bibihure, Til Temir û Eyn Îsayê jî dagir bike. Heta derfet û îmkana konjukturê bibîne dakeve Reqayê jî. Jixwe tê zanîn dewleta Tirk dixwaze bi temamî Kurdan qir bike û jê bê wê Kurdan û destketiyên wan hemûyan bi carekê tine bike. Rûsya çavê xwe li dewleta Tirk digire, Rejîm ji aliyekî ve dixwaze Kurd bi temamî perîşan bibin, lê ji aliyekî ve jî ditirse Tirk bikevin herêmê û careke din nikaribe wan jê derxe. Jixwe tiredîniya Trump û bêbextiya wê ya bi Rojava re tê zanîn û dewam dike.

Lê em dibînin, li dinyayê bi giştî ev dekûdolab û komplo hatin dîtin. Ji ber vê jî gelên cîhanê ji bo Kurdan rabûn ser piyan û beşdarî xwepêşandanan bûn. Li Emerîkayê jî nerazîbûneke ji dil heye û çetetiya dewleta Tirk jî li cîhanê eşkere bûye. Lewma rêya bi tenê ya li hemberî van dekûdolaban berxwedan, xebat û têkoşîn e.