Gelekan ji me gava behsa pehlewanên kevin dihat kirin, bihîstiye ku bazbendên wan hebûne. Heta carinan bi wan bazbendan pesnê wan jî dihat dayîn. Ma ne, jixwe gava Ristem di şer de kurê xwe Sohrab dikuşt, ji bazbenda wî nas dikir. Axir ev bazbend weke beşek ji rîtuelên pehlewanan bû. Di vê mînakê de em dibînin ku li ser bazbendê 15 cewher hene û li ser her yekê ji wan ayetên Quranê hatine verotin. Bazbenda kê bû, li ku li xwe kiribû tam nayê zanîn. Lê ew sedsala 19’an hatiye çêkirin û li Tehranê hatiye dîtin. Niha di nava koleksiyona British Museum de ye.

 

LONDON