Bazirganan anîn ziman ku Meclîsa Pêşxistina Aborî ya Rojava jî erka xwe tam bicîh ne aniye û ji Desteya Bilind a Kurd (DBK) xwest ku meclîsê çalak bike.

Ji ber şer û pevçûnên li Sûriyeyê, bazirganên Rojavayê Kurdistanê ku ambargo li ser heye, hewl didin ku vê ambargoyê bişikînin û dikevin nava lêgerînên alternatîf, lê vê carê jî astengî ji wan re tên derxistin. Bazirganên ku ji ber komên çete nikarin biçin bajarên din ên Sûriyeyê, berê xwe didin Başûrê Kurdistanê lê vê carê jî rastî astengiyên rayedarên hikûmeta herêmê tên. Yek ji bajarên ku nêzî sînorê Başûrê Kurdistanê ye û hewl tê dayîn  bazirganî lê bê kirin jî Girkê Legê ye.
Bazirganên Girkê Legê zehmetiyên ku dikişînin ji ANHA’yê re vegotin.
Bazirgan Ebdulrehman Temê, diyar kir ku riya di navbera bajarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê komên çekdar ve hatiye girtin, lewre nikarin bazirganiyê bikin û wiha dom kir: “Niha tenê kesên bi komê çekdar ve girêdayîne tiştan tînin Rojavayê Kurdistanê û li gorî xwe bi bûhayê giran difiroşin.”
Temê destnîşan kir ku yek ji riyên alternatîf riya Başûrê Kurdistanê bû, lê ji ber ferqa di nava pereyên başûr û rojavayê Kurdistanê de pir zirar dikin, her wiha pêşmerge jî astengiyan derdixînin. Temê têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Alavên li Başûrê Kurdistanê jî li gorî bazara me pir bûha ne. Li aliyê din, pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê jî astengiyan derdixin û nahêlin wesayît nêzî sînor bin. Tiştên ku tên li ser milan 3-4 kîlometre têne birin û ev yek mesrefa alavan zêde dike.”

Ji DBK'ê re bang

Ebdulrehman Temê, da zanîn ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û pêşxistina aboriyê li Rojavayê Kurdistanê Meclîsa Pêşxistina Aboriya Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, lê wê jî erka xwe bicîh ne aniye û wiha pê de çû: “Me ji Meclîsa Pêşxistina Aborî hêvî dikir ku riyên bazirganiyê veke, lê mixabin tenê bi hundirê Rojavayê Kurdistanê re bisînor ma û nikarî peymanên bazirganiyê bi derve re çêbike.”
Bazirgan Ehmed Sebrî jî da zanîn ku ji ber komên çekdar ên Artêşa Azad pir zehmetiyê dikişînin û nikarin ji herêmên din ên Sûriyê tiştan bînin Rojavayê Kurdistanê Sebrî jî anî ziman ku tenê kesên têkiliya wan bi Artêşa Azad re hene dikarin ji bajarên din alavan bînin, lê wan jî bi bûhayên pir zêde difroşin welatiyan. Sebrî jî, rexne li meclîsa pêşxistina aboriyê kir û got ku meclîsê erka xwe bicîh neaniye.
Bazirganan bang li Desteya Bilind a Kurd kirin ku Meclîsa Pêşxistina Aboriyê çalak bike. 

ANHA/GIRKÊ LEGÊ