Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), piştî gelek endam û rêveberên wê di çarçoveya operasyonên siyasî de hatin girtin û YSK’ê xistina parlementeriya Hatîp Dîcle xist û her wiha parlementerên wan yên girtî nehatin berdan, dê di 4’ê îlona 2011’an de 2’emîn Kongreya Mezin a Asalî pêk bînin. Kongre dê li salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali pêk bê. Ji bo kongreyê Komîsyona Navendî hate avakirin û yekemîn civîna komîsyonê hate lidarxistin. Komîsyona Navendî ku ji Hevserokên BDP’ê Fîlîz Koçalî, Hamît Geylani, Wekîlê Komê Selahattin Demîrtaş û rêvebera navendî Gultan Kişanak, Cahît Kanbay, Fatma Kurtulan, M. Salîh Yildiz, Abdulkerîm Bîngol, Yuksel Mutlu, Kîbriye Evren pêk tê yekemîn civîna xwe pêk anî. Piştî komîsyona navendî hate avakirin, li herêmên Amed, Serhed, Çukurova, Anatoliya Navîn, Marmara, Egeyê jî komîsyon ava kirin û dê di pêşerojê de bi wan re jî civînan pêk bînin. Komîsyon pişt re dê civînan pêk bîne û li ser pirsa „Dê dêbazek çawa û xebatake çawa bimeşînin? niqaşan bimeşînin. Komîsyonê têkildarî mijarê giştîname şandin ji rêxistinên bajaran re û xwestin civinên bajaran bên lidarxistin.

Di kongreyê de dê niqaşa bername û rêziknameyê jî bê kirin. Piştî kongreya mazin dê li navçe û bajarên ku kongreya wan nehatine çêkirin bên çêkirin.

ENQERE -DÎHA