Di giştînameya ku ji hêla Komîsyona Kongreyê ya BDP’ê ve hatî amadekirin de hate diyar kirin ku li Tirkiyeyê krîzeke siyasî, aborî û civakî heye û ev krîz dê bi xweseriyê çareser bibe. Di giştî nameyê de wiha hate gotin: „Li hemberî rêveberiya navendibûn a Tirkiyeyê modela Xweseriya Demokratîk girîng e. Gel dê bi modela Xweseriya Demokratîk rêberiya xwe îlan bike û modela rêxistinbûnê a îdeal biafirîne. Ev model li Tirkiyeyê bibe modela demokrasiyê. Her wiha em girîngiyê didin xwe birêxistinkirina jin û ciwanan. Ji ber ku dê ji bo rojên azad ên gelên Tirkiyeyê bibin pêşeng.“

Komîsyona Kongreyê ya wiha dawî anî giştînameya xwe: „Helwesta AKP’ê ya li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelan ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn girîng e. An azadiya gelan bê naskirin an jî kesên ku li dijî demokrasiyê derdikevin wekî serdestiyên din dê binax bibin. Ji ber wê her pêyamek girîngiyeke vê heye. Em wekî BDP’ê girîngiyê didin kongreyê û dê navçe û bajarên ku em bi rêxistinin dê wateyek bidin kongreyê.

DÎHA/ENQERE