Nelihevkirin di meha Remazanê de kurtir bû û hatibû ragihandin ku cerdewanên Gundê Bestonê derdora Gundê Sogutonu dorpêç kiribûn û bi çekên lûle dirêj gule barandibûn ser gund. Li gel wê hatibû gotin ku rayedarên dewletê mudaxaleyî bûyerê nekirine. Ji bo gengeşiya di navbera gundiyan mezin nebe heyeta BDP'ê ya di nav de Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak jî hebû, çûn serdana gundiyan. Heyeta BDP'ê bi gundiyan re hevdîtin pêk anî û ji wan xwest çekên xwe deynin. Li ser vê yekê gundiyên ku bi çekên giran li ser girên Serkere û Kato bi cih bibûn, ji ser giran daketin û çûn malên xwe. Balkêş bû ku Qereqola Cendirmeyan a Heşetê ligel ziyaretê bêdeng bû.
Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak da zanîn ku pergal li ser gelê Kurd lîstîkên cur bi cur dilîzin û wiha got: "Li ser gel bombe tê barandin û i bo mirovan tune bikin bi mîlyonan dolar pere xerç dikin. Di navbera du gundan de ji ber nelihevkirina erd gengeşî heye û dewlet li hemberî vê bêdeng dimîne, eleqadar nabe. Li vir mirov dikaribûn hev bikujin, lê kes ji van tiştan negot raweste. Kes bi van mirovan eleqadar nebû. Em ji bo vê pirsgirêkê di nava salekê de 2 caran hatin vir. Bila ev tişt neyên jiyandin. Em bi gundiyên bi çek re axivîn û ji bo çekberdanê ji bo demek wan îkna kir. Ji bo aştiyek mayinde dê xebatên me bidome." 

DÎHA/SÊRT