Bi salan in Kurd ji bo bi zimanê xwe li dibistanan perwerdehiyê bibin, ji hikûmetê dixwazin ku ew jî wekî neteweyên din ên cîhanê bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Lê her tim ev daxwaza Kurdan li ber çavan nayê girtin. Kurdan herî dawî di salên dawî de bi daxwazên şênber û boykota dibistanan xwestin ku li dibistanan perwerdehiya Kurdî bê dayîn. Her tim daxwazên Kurdan ên ji bo perwerdehiya Kurdî û zimanê fermî hat astengkirin û Kurd ji ber bi zimanê xwe axivîn rastî cezayan hatin. Li Rêxistina BDP’ê ya Yuregîra Edeneyê nêzî 20 xwendekaran li avahiya BDP’ê odeyek kirin pola dersan û li vir di pêşengiya KURDÎ-DER’ê de bi silogana “Zimanê me nasnameya me ye” dest bi perwerdehiya ziman kirin. Nêzî 20 xwendekarên li taxên cuda hatin li avahiya BDP’ê dest bi dersa Kurdî kirin. Xwendekarên ku tên li vir perwerde dibînin wekî ku biçin dibistana dewletê bi rêk û pêk dikevin dersan û li gorî rê û rêgezan dersên Kurdî dibînin. Xwendekarên ku dikevin dersan bi hezkirin û evînek mezin dersan dibînin û li gorî dîsîplîn û nîzamekê dikevin dersan.
‘Emê polîtîkayên bişaftinê pûç bikin’
Serokê Rêxistina BDP’ê ya Yuregîrê Mehmet Bayram, diyar kir ku ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî bidin zarokan li avahiya BDP’ê cih amade kirine û wiha got: “Ji ber ku me cihekî wisa ji xwendekaran re ava kir, xwendekar pir kêfxweş û bi coş in. Bi sedsalan li ser Kurdan polîtîkayên asîmîlasyonê li ser Kurdan tên meşandin û me xwest em bi vê pratîkê rê li pêş polîtîkayên înkar û bişaftinê bigirin. Bayram, da zanîn ku bi hezaran Kurdan ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe canê xwe daye û dê heta dawî li vî nirxê xwe xwedî derkeve.
Mamoste Fahrî ku dersa Kurdî dide jî diyar kir ku ew dê polîtêkayên AKP’ê û hikûmetê yên bişaftin û înkara li ser ziman vala derxin. Mamoste fahrî, da zanîn ku ew dê bi derfetên xwe zimanê xwe fêr bibin û perwerdehiya xwe bi xwe bibînin.
DÎHA/EDENE