Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo ku bi miwekîlêi xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkbînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa û rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê dabûn, lê rayedaran cardin bersiva neyî dan. Heta niha hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 7 carin hate astengkirin. Bi hincetên cuda cuda hevdîtin tê astenkirin. Hincetên wekî „Muxalefeta hewayî. roja duşemê personel naxebitin û her wiha tamîrkirina kosterê tê nîşan dan. Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Serokê Koma Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş û parlamentera BDP’ê ya Sêrtê Gultan Kişanak, bi boneya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan.
ENQERE