Ji ber vê yekê jî hemwelatiyên astengdar di vê mijarê de bêzar dibin. Di sazkirina bajêr de bandora şaredarên xwecihî gelek giringîn û di vê mijarê de jî xebatê wan pir kêmin. Rêxistina BDPê ya Wanê di vê hilbijratina heremî de ji bo ku pirsgirêkên hemwelatiyên astengdar çareser bike, cih da 2 namzetên astengdar ên endamên Meclisa Şaredariyê. Namzetên encumenê yên astengdar ji bo vê biryara BDPê spas kirin. Namzetan anîn ziman ku dixwazin bajarekî bê asteng saz bikin.


Pirsgirêkên astengdaran

Namzetê Meclisa Şaredariya İpekyoluyê yê BDP'ê Şahin Furat, diyar kir ku ger piştî hilbijartinê bibin encumen armanca wan ew ê ku pirsgirêkên 10 hezar hemwelatiyên çareser bikin û got: "Em dixwazin ji bo astengderan cihekî ava bikin û teva li cihekî kom bikin. Bi vî awayî emê bi hev re ji bona bajêr projeyan amade bikin. Wan êdî bûye bajarekî mezin emê di şaredariya Wanê de koordînasyona astengderan û navenda rehabîlîtasyonê vekin. Hikumet çiqas jî kar bide astengderan ji bo navenda bajaran tu xebatan nake. Di vê mijarê de em Şarêdarên ku BDPê tê de xebat dimeşîne hevîdarin. Mînak li şaredara Amedê ji bona astengderan xebatên hêja hatin meşandin. Li vir jî em ê bi BDPê re xebatan bimeşînin û emê pirsgirêkên astengderan çareser bikin."

Astengdar hev fêm dikin

Furat, anî ziman ku pirsgirêka astengderan, herî baş mirovê astengder fêhm dike û wiha axifî: "Derdên astengderan herî baş mirovên astengder dikare bîne ziman. Armanca me ew e ku em ji bo xwe bajarokeke bê asteng saz bikin." Furat, destnîşan kir ku li Wanê tu partiyên siyasî li ser hemwelatiyên astengdar xebat nemaşandiye û ji bo BDP´ê fersendeke wiha daye wan spasiyên xwe anî ziman.

Ji wan re xizmet pêwîste

Namzetê Meclisa Şaredariyê ya Artemêtê yê BDP'ê Şahbettin Kayhan jî, da zanîn ku Namzetê BDPê Hevşaredarên Wanê Bekir Kaya û Hatîce Çoban ji wan re gotiye: "Em çiqas jî ji hemwelatiyên astengdar re xebat bikin dîsa kêm dimîne. Em dixwazin hûn werin li gor xwe di şaredariyê de xebatan bimeşînin." Kayhan, ji bo vê sekna hevşaredaran spas kir û wiha got: "Min jî vî tiştê rast dît û ez li gor vî armancê bûm namzet. Yên ku di rewşa min de ne çi ji destê min were ezê bikim. Li parq, rê, avahî ya heya ji min hebe ezê li gor hemwelatiyên meyî astengdar bidim saz kirin. Mînak ku avahîkî were û ne li gor astengderan be ezê qebûl nek im."

DÎHA/WAN