Derîyê sînor ku nêzî 2 salin ji ber şerê herêmê li bazirganiyê hatiye girtin, çend roj berê piştî alîkariya ji Rojava re hat şandin li bazirganyê hat vekirin. Ji ber deriyê sînor heta niha li bazirganiyê girtî bû gelek welatiyên ku jiyana wan û debara wan li ser aboriyê bûn ketibûn rewşek xerab. Li navçeya Nisêbînê ji ber derî li bazirganiyê hatin nêzî 5 hezar esnaf mexdûr bûn û di nava 2 salan de ji sedî 30'ê esnafan deriyê dikanên xwe girtin. Gelek esnafên ku îflas kirin û dikanên xwe girtin jî neçar man ku koç bikin.


'Şer rê li bazirganiyê digire'

Der barê bazirganiya sînor û aboriya herêmê de Serokê Odeya Sinhetkar û Esnafan a Nisebinê Abdulganî Bîlge, diyar kir ku îro li herêmê şerek heye û ev şer bandorek neyînî li ser bazirganiya herêmê dike. Bilge, anî ziman ku heta aştî pêk neyê dê aboriya herêmê jî pêş nekeve û wiha got: "Îro hem li rojava û hem jî li Tirkiyeyê şer heye. Ji bo aborî pêş bikeve divê berî her tiştî aştî û aramî pêş bikeve. Nêzî 5 hezar esnaf hene. 2 hezar esnaf girêdayî odeya me ne. Gelek esnafên me liser deriyê Qamişlo-Nisêbînê debara xwe dikin. Lê ji ber derî hatiye girtin bazirganî têk çûye. Ji ber vê yekê em bang li rayedaran dikin ku bi lezgîn pirsgirêkê çareser bikin. Ji her 100 esnafî 20-30 esnafan dikanên xwe girtine.
Ji ber ku bazirganî nayê kirin êdî mal jî buha dibe. Her tişt buha dibe. Berê kîloya çayê 10 lira bû, niha gihiştiye 20 lîrayan. Berê me bi 50 dolarî xaz tije dikir, lê niha bi 150 dolarî em xazê tije dikin."
Bîlge, ani ziman ku wan jî gel saziyên sivîl ên civakî ji bo alîkariya gelê Rojava di çarçoveya kampanyayê de alîkarî kom kir û ji gelê Rojava re şand û xwest her kes alîkariyê bide gelê Rojavaı. Belge, da zanin ku di rojên pêş de ji bo gelê Rojava difikirin ku kampanyayek hîn mezintir bidin destpêkirin.
Esnafê bi navê Mehmet Çakir jî ani ziman ku ji ber deriyê sînor li wan hatiye girtin nefesa wan a bazirganiyê çikiya ye û êdî hatine halê ku nikarin kiriya dikanên xwe bidin. 

DÎHA/MÊRDÎN