
Kurdischer FC li Gießenê sala 1996’an bi peşengiya xwendekarên Kurd hatibû damezerandin û piştî ku sala 2006´an xebatên xwe sekinandin, sala 2014´an Kluba Futbolê Kurdischer FC li Gießenê ji nû ve hat damezrandin.
Revebera Kurdischer FC Gießen Şerefhan Turgut pevajoya jinûve damezarandina Kurdischer FC Gîßenê wiha îzah dike: “Sala 2014’an ji lîstikvanên kevin ê tîmê Fadil xwest em ji nû ve tîmê damezrînin. Me jî amedakariya damezerandine kir. Me ji Şaredariya Gießenê meydana futbolê peyde kir û sala 2014’an me dest bi antremanan kir. 2015’an jî di Kreis Liga B de me dest bi maçan kir.”
Turgut, malavahiya Mesut Yenigun, Serkan, Cengiz û antrenorê par ê tîmê Sabur Ortaç jî kir, ku kirin tîm serketî be. Kurdischer FC Gießen îsal piştî 13 hefteyên peşî, bi 35 puana yekemîn e di lîga xwe de. Di van 13 maçan de jî hîç bi bi neketiye û tenê 2 caran wekhev maye di maçan de.
Armanc şampiyoniya îsal e
Şerefhan Turgut rewşa Kurdischer FC ya niha wiha dinirxîne: “Rewşame niha pirr baş e, elaqeya ciwanên Kurd heye. Niha du tîmên me hene û 30 endamên me yên Kurdischer FC Gießen hene. Armanca me û baweriya me ew e ku îsal em bibin şampiyon.”
Turgut bi bîr dixe ku armanca wan a yekemîn ne lîstîna futbolê ye û got, “Armanca me ya sereke ew e ku em ciwanên Kurd bi rêya futbolê ji jiyana qirêj bikişînin û li dewerekê kom bikin, da ku zanibin ne tenê ne.“
Antrenore Kurdischer FC Gießenê jî Niko Brudaglio yê Îtalî ye. Ew gazinan ji hejmra temaşevanên maçan dike. Golavejê Kurdischer FC Gießenê Huseyîn Hismanoğlu ye ku di lîgê de heta niha bîst û yek gol avêtine. Şerefhan Turgut ji desteka gel jî dibêje, “Em bi piştgriya gel xurt in, pêwîst e welatparezên Gießenê piştgriya xwe xurttir bikin. Be gel nabe”.
OZGUR TANRIKULU / FRANKFURT