Bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê û bi taybet li Qendîl û Biradostê dewam dike. Di encama bombebaranan de li gel şehîd û birîndaran, gelek zirar û ziyan bi rez, pez, baxçe û jîngehan jî bûye. Malbatên şehîdan li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûnên xwe anîn ziman..
Yek ji xizmên şehîdên bombebarana Zargelê ya 2015’an Dilşad Xidir Zargelî ku 5 xizmên wî bûn qurbanî got; “Piştî bombebaranê û şehîdbûna kesûkarên me, li gel Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî civiyan û soza tezmînatê da. Lê, soza xwe pêk neanî. Di rewşa koçberiyê de rewşa me xerabe û heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê tu helwest raber nekiriye.”
Em gundên xwe vala nakin
Weletiyê bi navê Karzan Silêman ku xizmê şehîdên Qendîl, Dola Baleyan û gundê Serkaniyê jî got; “Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li gorî qanûn û bendên navneteweyî rê li pêşiya bombebarana bigirin. Mafê dewleta Tirk nîne ku serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê derbas bike. Xelkê gundan neamadene gundên xwe vala bikin. Wê ti bombebaran û gef nekare gundê me bi me bide valakirin.
Lazim e ku rapor bên amadekirin
Şehram Reşîd ku xwişka wî Dunya Reşîd a 19 salî di sala 2018’an de li gundê Helanya ser bi Mêrgesorê ya Barzan şehîd bibû jî, diyar kir ku pêwîst e ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlamentoya Herêma Kurdistanê raporên taybet li ser rewşa herêma wan û jiyana şêniyên gundan amade bikin û kar li ser bikin.
ROJNEWS/BIRADOST