Bi sedan stranên me, bi baneşanên şînê wek “Hey hawar, hawar! Ferman e, ferman e, wî dayê wî bavo!” dest pê dikin û wek sotina agir diherikin ser dil û giyana me!“ Em hê di vê sedsala bîst û yekan de jî ji vê şîn û şîwanê rizgar nebûne. Fermana 74. an jî li ser xaka Şengalê agir berda dilê me. Hîna jî nalîn û ax para me ye!..
Dema generalê Saddam kîmyasal Alîyê devbixwîn bi hovane û mejiyê çanda wahşeta çolistanê, li ser referensa ayeta xwînxwariyê ya 12. a Sureya Enfalê gaza xerdalê reşand ser Halepçê, em bê hêz bûn, hêzên me yên parastinê hê hêzbûna xwe bi cihanê nedabû pejirandin. Lema jî cihan ker û lal, kolonyalîstên xwînxwar çavsor, bi wehşeta dupişkên çolistanê har, bi xwe bawer ev kujêrî li ber çavên hemû cihanê pêkanî.
Her çendî komkujiya civakekê, ya bajarekî wek Hîroşîma bû, gaza hatibû bikaranîn li gor zagonên navnetewî qedexe bû jî, cihan ker û lal, kesî nexwestibû vê hawarê bibîhîse, wek nûçeyeke ji rêzên dawiyê hatibû dayîn. Eger wê demê hêzeke me ya parastinê ya xwe bi cihanê dabû pejirandin heba, dê rewş bi tevahî bi awayekî din ba. Dê Saddam jî ev wêrekiya di xwe de nedîta.
Karesetên bi vî awayî ne tenê li serê me, li serê hemû gelên ku ne xwediyê hêz in, ne xwedî û serwerên welatê xwe ne, di nava berjewendiyên dewletên ev cihan parselkirine de parçe de pêkhatiye. Wek mînak; berê şerê cihanê yê duyem, Cihû jî wekî me bê hêz bûn, lema li tu welatî rûmeta wan tunebû, bi destê katolîkan (sedsala 16.) û bi destê faşîzma Hîtler ve bi mîlyonan hatin qetilkirin. Ji ber ku niha serwerên welatê xwe ne, hemû cihan ji wan re rêz digirin. Kolonyalîst û talankerên cihanê karesetên bi vî rengî anîne serê hemû gelên bêhêz û bê serwerî. Dema mirov li erdzemîna, Afrîka, Amêrîqa latînî, Asyayê dinêre, bi hêsanî rastê karesetên bi vî rengî tê.
Bes li Rojhilata Navîn ji ber rengên çanda ereb ya ji dema cahîliyeyê hatiye û di sureyên wek Enfalê de bi cih bûye. Ev ayetên xwînîn li ser kirinên Omer bin Xatab, Xariciye û Wahabiyan re xwe gihandiye ber destên hemû hêzên îslamiyên ku Kurdistan dagirkirine. Ji ber ku hemû kujêran bi navê Xwedê kuştine û kujêrî wek mafekî xwe yê baweriyê derxistine pêş, ev wehşet hê xedartir, hovtir, ji hiş û mejiyan der li ser kurdan hatiye bikaranîn.
Dema mirov rupelên dîroka qirêj ya serkariyên îslamîstan werdigerîne, vê bi hêsanî dibîne. Mînak Omer bîn Xetap pênc hezar jinên me birine û kiriye alavê zewqa leşkerê xwe yên bêjî, Saddam bi hezaran keç û jinên me di bazaran de firotine. Daîşê jî ew referens girt û heman tişt kir. Leşkerên osmanî û dewleta tirk jî li ser heman xetê meşiya.
Baş tê zanîn ku hefteyekê li pey komkujiya Halepçê (16.3.1988) Konferensa welatên îslamî (18.3.1988) hebû. Ti welatekî îslam, yan jî dîplomatekî îslam behsa Halepçê nekir û ev kujerî neanî rojeva konferensê. Dibe ku Saddam pîroz jî kiribin, bi dizî bazara keç û jinan jî bi Saddam re kiribin. Hemû tarîqat, mele û muftî û zanyarên îslamî ji Saddam re çepik lêdan. Nizanim çi karê me di nava wan de heye.
Divê êdî ev rastî bê têgihîştin: Ev karesetana, tev de ji bêhêzîya me û ne serwerê welat û xaka xwe bûyîna me tê. Kujêriya Halapçê ne wek kujeriyeke ji rêzê bû, li dij wê; wek tehdît, çavtirsandin û bi her awayî fetisandina serîhildanên kurdan pêkanîn. Lema tiliya Îran, Tirkiye û Sekarên Surî jî di nava vê kujeriyê de hebû. Welatên Natoyê jî ev gazên kîmyevî bi vê dijminahiyê dan wan.
Em êdî xwedî hêz in, hêzên parastinê yên gelê me xwe bi hemû cihanê daye pejhirandin, eger îxanet nebe, hêzên me dikane pêşî li her karesetê bigire. Divê êdî xaka Kurdistanê bi her awayî were parastin, hemû dagirkerên hov jê were derxistin ku şehîdên Helepçê û tevahiya Kurdistanê bikanin rihet razên. Daku êdî stranên şînê, cihê xwe ji stranên pîrozbahî û şahiyan re bihêlin.