Li Rojhilata Navîn qala şerekî tê kirin û ev şer jî weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê binavkirin. Ji ber ku mirovatiyê du şerê mezin di sedsala bîstan de dîtin, her bi tirs li benda şerê sêyemîn ma. Lê paşê diyar bû ku li herêmê şerekî dest pê kiriye û ev şer şerê sêyemîn e. Lê ev şer bi danûstendin û berberiyên cihêreng bi awayekî nû diqewime. Dewletên li bereyekî dost in, li bereyekî din berberiya hev dikin. Rûsya, Îran û dewleta Tirk mînaka vê ne. Ev dewletên navborî herî dawî li Tirkiyê hatin cem hev û ji bo li Neteweyên Yekbûyî Destûra Bingehîn a Sûrî were amadekirin li hev kirin. Ji ber dijminatiya dewleta Tirk a bi Kurdan re di vê projeyê de nûnerên Rêveberiya Xweser tinene.

Di heman demê de dawiya hefteyê partiya dewleta Tirk a bi navê CHP´ê li ser Sûrî konferansek pêk anî. Li gorî amadekarên vê konferansê êdî li Sûrî şer wê bi dawî bibe û ji bo vê jî pêdivî bi rêyên çareseriyê heye. Ji bo vê konferansê ji gelek deveran  dewlet û kesayet hatin vexwendin. Di nava vexwendiyan de rejîma Sûrî jî hebû. Lê di nava vexwendiyan de Kurd tinebûn. Di konferansê de rexne li polîtîkayên rejîma AKP´ê û MHP´ê tê kirin û tê gotin, divê dewleta Tirk bi rejîma Sûrî re têkiliyan dayne û di nava yekîtiya erdên Sûrî de li çareseriyê bigere.

Partiya CHP´ê di 17 salên desthilatiya AKP´ê de jê re bû gopal û ew gihand heta roja me ya îro. Herçiqasî weke muxalefet xuya bike jî di rastiyê de tevahiya partiyên millî yên dewletê li dora desthilatê bi rola gopal radibin. Ev rewşa wan a ez îşaret pê dikim, di gelek qonaxan de derketiye holê. Nemaze jî wan demên weke demên millî têne binavkirin, xuya dikin. Di dema nêz de vê rewşê di dema dagirkirina Efrînê de xwe pir beloq da der. Ewqasî ji ser xwe ve çûn, mîna careke din Stenbolê fetih bikin, wisa qala fetihkirina Efrînê kirin. CHP jî di serê vî karwanî de bû. Ne tenê ev. CHP´ê destûrnameya dihêle artêşa Tirk bikeve erda welatên cîran jî îmze kir. Dîsa qanûna hişt gelek parlamenter bikevin zindanan, erê kir. Ji parlementeran jî mebest ên Kurd in, û yek jê jî Selaheddîn Demîrtaş e. Em dikarin vê lîsteyê wisa dirêj bikin. AKP´ê sing kutaye û CHP´ê jî tûrê xwe pê ve kiriye. Ji ber ku derdê wan parastina dewletê ye. Ha ji nava CHP´ê hinek dengên dijber xuya dikin derketine û derdikevin, lê ev vê rastiyê naguhere. Dewleta Tirk hinek mijaran weke mijarên millî bi nav dike û di van mijaran de xwediyê siyasetê, dewlet e. Mijarên wisa di ser partiyan re ne.

CHP di vê konferansê de çi dibêje? Bi qasî xuya dike, ji dewleta xwe re dibêje; li Sûrî şer bi dawî dibe. Çareseriyeke navdewletî di rojevê de ye. Ji bo vê jî divê dewleta Tirk bi rejîma Sûrî re bide û bistîne; bi wê re di nava yekîtiya erdê Sûrî de li çareseriyê bigere. Ango dixwaze bibêje, bi Sûrî re rûnê û nehêle Kurd di nava Sûrî de bibin xwediyê statuyê. Eger Emerîka bi mekanîzma ewlekariya ser sînor nahêle tu Kurdan bipelixînî, hingê tu jî bi destê Sûrî wan bipelixîne. Dîsa jê re dibêje, eger tu neçar bimîne ji Idlib, Ezaz, Bab û Cerablûsê derkeve jî divê tu çeteyan li vir bi awayekî din bihêlî, bike bela û nehêle Kurd bibin tiştek. Kurtûkurmancî kabên xwe hemûyan li ser tinekirin û qirkirina Kurdan diavêje. Li vir CHP li ser siyaseta klasîk a dewleta Tirk dimeşe û bi vê jî dixwaze têkiliyên bi Emerîka û Ewrûpayê re xurt bike. Bêguman di binê vê siyasetê de aliyekî din ê dewletê xuya dike. Eger siyaseta wê ya li aliyê AKP/MHP´ê dimeşe bi bin bikeve, wê îca berê xwe bide vê siyaseta din. Van siyasetan ango çivan ji bo Kurd nebin tiştek dide xwe. Ji lewra mîna togekî di navbera Îran, Rûsya û Emerîkayê de lotikan dide xwe. Ji ber van egeran, çi dibe bila bibe yanî dewleta Tirk qaşo bixwaze bi Kurdan re li hev jî bê, wê bi vê potansiyela xwe ya dijmintiyê, her dijmintiya Kurdan bike ango di binî re wê vê dijmintiyê bidomîne. Eger em vê wisa qebûl bikin. Hingê divê Kurd jî timî li quncikeke mejiyê xwe binivîsînin an jî bihêlin; ji bîr nekin ev dijminatî wê her bidome û li gorî wê siyasetê bikin, xwegurçûpêç bikin û bi tevdîr bin. Helwêstên berevajî wê - xwedê me bistirîne - wê me bibe bixe kemîn û dafikên xeter ên me tine bikin. Hin helwêst jî hene, mirov dibêje, qey hêviyê ji dijminê xwe dikin. Ev helwêst encama asîmîlasyona rûhî û rewanî ne; nexweşokî ne.

Axir, siyaseta cih nade Kurdan, li ser tinebûna Kurdan e. Ji lewra siyasetên bi vî rengî divê ti carî neyên qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de em dikarin bibêjin, konferansa CHPê ya Kurd tê de tinebûn ne li xêra Kurdan e. Xebatên ji bo Destûra Bingehîn a Sûrî ya Kurd tê de tinene, ne li xêra Kurdan in; bi armanca tinekirina Kurdan in. Jixwe siyaseta Kurdan van hewldanan mehkûm dike.