
Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bal kişand ser guhertinên li herêmê dibin û destnîşan kir, eger Îran xwe nede ber çareseriya pirsgirêka Kurd, wê nikaribe qeyranan ji sînorên xwe dûr bike û sala 2017’an li gelê Kurdistanê pîroz kir.
Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) di daxuyaniyê de ragihand ku, mekanîzmayên zext û zordariyê yên rejîma Îranê di sala bihurî de jî weke berê dewam kir û zêdekirian hejmara cerdevanan, operasyonên leşkerî yên li dijî gerîla û zêdekirina aboriya şer hat bibîrxistin.
YRK mafê rewa bikartîne
KODAR'ê bal kişand ser êrîşên li dijî Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) û da zanîn, tevî ku YRK nexwest bikeve nava şer jî, li dijî êrîşan mafê xwe yê parastinê bi kar tîne û eger rewş bi vî rengî dewam bike, wê ev mafê rewa ji xwe bê bikaranîn.
Pirsgirêka Kurd çareseriyê dixwaze
KODAR’ê da xuyakirin, ku sala 2017’an bi guhertinên mezin ên li cîhanê dest pê dike û wiha dewam kir: “Hatina ser kar a Donald Trûmp weke Serokê DYA, destpêka bidawîbûna DAIŞ‘ê, guhertinên li nava Sûriyeyê, damezrandina Federasyona Bakurê Sûriyeyê, bêguman bandorê li ser Îranê dikin. Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd û gelên li jêr desthilata Îranê, serdestiya Îranê mîna berê, reva ji çareserî û dûrkirina qeyranan ji sînorên xwe êdî nepêkan e. Bêyî guhertina kiryarên desthilatdariyê û bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê, aramî nayê Îranê.”
KODAR’ê di dawiya daxuyaniya xwe de sala 2017’an pîroz kir û bang li hemû sazî û partiyên siyasî yên li Kurdistanê û hemû gelên Îranê kir, ku di nava sala nû de ji bo pêşvebirina xebatên hevpar hê bêhtir gavan bavêjin.
NAVENDA NÛÇEYAN