LÎNZ: Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê, çalakiya kon a li Haûptplatzê doh hat destpêkirin, heta saet 18:00 dewam kir. Di çalakiyê de li ser rewşa Ocalan û têkoşîna wî belavok hatin belavkirin. 

ÎNNSBRÛCK: Li bajarekî din ê Awûstûryayê Înnsbrûckê jî, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo 2 rojan kon hat vedan. Li binê vî konî, wêneyên komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê hatine kirin tên nîşandan. Çalakî wê îro saet di 15:00 de li Mûseûmstrasse’yê bidome.

BRÎGHTON: Li navenda bajarê Brîghton ê Îngilîstanê, di çarçoveya kampanya ‘Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî’ de ji bo agahdarkirina Brîtanyiyan stant hat vekirin. Di vê çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Sûssexê ve hat organîzekirin de, li ser rewşa Ocalan û polîtîkayên AKP’ê yên qetilkirina Kurdan, agahî hat dayîn. Di dema agahdarkirinê de belavokên li ser şermezarkirina tecrîdê û komkujiyên dewleta Tir, hatin belavkirin. 

BUKREŞ: Li bajarê Bukreş ê Romanyayê jî, konê nobedê hat vedan û ev çalakiya ji bo azadiay Ocalan wê sê rojan dewam bike. Gelê Romen eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dide. Di çalakiyê de hejmarek zêde belavok hatin belavkirin.

MANNHEÎM: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li navenda bajarê Mannheîmê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon veda. Di roja destpêkê ya çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin. Li ber kon, pankarta bi nivîsa ‘Êdî Bes e!, ji Ocalan re azadî’ hat daliqandin. Çalakî wê sê rojan bidome.

SÎEGEN: Li Sîegen a Elmanyayê, Meclîsa Jinê û Navenda Civaka Demokratîk, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon vedan. Ev çalakî wê 5 rojan dewam bike. Çalakî saet di navbear 11:00-19:00 de tê lidarxistin û heta niha bi seda belavok hatine belavkirin.


  NAVENDA NÛÇEYAN